Îşev 2 caran êrişî Refîneya Lanaz ya navçeya Xebat ya Hewlêrê hate kirin. Her wiha balafirên bêmirov sê caran baregehên Heşdî Şebî (Tirkmenî) li sînorê navçeya Xurmatû ya ser bi parêzgeha Selahedînê hedef girtin.
Rafîneriya Petrolê ya Lanazê li navçeya Xebat a Hewlêrê û hin baregehên Heşdî Şebî li navçeya Tuzxurmatuyê ya parêzgeha Selahedînê hatin hedefgirtin. Heta niha derbarê zirara li Rafîneriya Petrolê ya Lanazê de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Nayê zanîn ku bê êrîş bi balafirên bê mirov an bi mûşekan hatiye kirin.
Rojên borî jî çend caran êrişî heman cihî hatibû kirin.
Baregehên Heşdî Şebî hedef hatin girtin
Ji saetên îro êvarê ve, sê caran bi rêya balafirên bêmirov baregehên Lîwaya 52 ya Heşdî Şebî (Tirkmenî) ya di navbera navçeya Xurmatû û bajarokê Silêman Beg de hatin bombebarankirin.
Li gor agahiyên destpêkê, bombebaran bi rêya balafirên bêmirov hatine kirin û di encama êrişan de kuştî û birîndar çêbûne.













