Bi dronên xwekuj û moşekan 6 caran êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê hate kirin.
Li gorî agahiyan, êriş bi rêya moşekan û dronên xwekuj pêk hatiye. Hate ragihandin ku êriş ji aliyê eniya Muqaweme ya Îslamî ya li Iraqê ku nêzîkî Îranê ye ve pêk hatiye.
Beşek ji êrişê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hate tinekirin.
Heta niha ziyanên ber balafirgehê ketî nehatiye zanîn.













