Rêxistina CPT-Amerîka ragihand ku ji 28ê sibatê ve heta niha artêşa pasdaran û komên çekdar yên ser bi Îranê ve 307 caran êrişî Herêma Kurdistanê kirine û di encama van êrişan de 8 kes hatine kuştin û 51 jî birîndar bûne.
Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) têkildarî êrişên ser herêma Kurdistanê ya ji aliyê rejîma Îranê û komên çekdar yên girêdayî wê yên li Iraqê daxuyaniyek da.
Rêxistina CPT-Amerîka ragihand ku ji 28ê sibatê ve heta niha artêşa pasdaran û komên çekdar yên ser bi Îranê ve 307 caran êrişî Herêma Kurdistanê kirine.
CPTê diyar kir ku ji 7ê adarê heta 15ê adarê 111 êriş û bombebaran pêk hatine. Ji vana 81 êriş li ser Hewlêr, 38 êrişî li Silêmaniyê pêk hatine. Li gorî hefteya yekem a êrişan vê hefteyê rêjeya êrişan daket ji sedî 43.5an.
Li gorî CPTê di êrişên vê hefteyê de 36 kes bûne qurbanî ku 4 ji vana jiyana xwe ii dest dane; 32 jî birîndar bûne. Hefteya yekem ya êrişan 23 kes bûbûn qurbanî û ji wê 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 19 jî birîndar bûbûn. Li gorî vê di vê hefteyê de rêjeya qurbaniyan gihiştibû ji sedî 56.5an.













