Polîsan şevê din li Amedê bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin û bi sedan pirtûk û zêterî hezar rojname desteser kirin.
Polîsan li navçeya Peyasê ya Amedê bi awayekî “korsanî” bi ser avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin. Têkildarî serdegirtinê ne hevserokên komeleyê ne jî rêvberiya wê hatin agahdarkirin. Polîsan dest danîn ser 150 pirtûk û hezar û 500 hejmarên rojnameyan. Polîsan piştre jî kilîda avahiya komeleyê guherandin û kilîdek din derxistin û dan keyayê taxê.
Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle têkildarî serdegirtinê agahî da û got: “Ji ber tadîlatê komeleya me bi roj vekirî nebû. Bi şev bi ser komeleyê de girtine. Weke şahid bang li keyayê Taxa Firatê kirine. Weke rêveberî em nizanin bê çima ser komeleyê de hatiye girtin. Li gorî agahiya li ber destê me, di dema serdegirtinê de di destê polîsan de şemaya rêveberiya komeleyê û navên kesên di rêveberiyê de cih digirin hebû. Di bin şemayê de jî wêneyê jineke derdora 30-35 salî hebû. Gotine ku lêpirsîn têkildarî vê hevala jin de ye û piştre çûne.”
Rêdûr Dîjle, da zanîn ku têkildarî serdegirtinê tu agahî bi wan re nehatine parvekirin û got: “Di dema serdegirtinê de li her devera komeleyê geriyane û bi taybet jî beşa pirtûkxaneyê hatiye belavekirin. Li gor agahiyên me ji hazîrun girtin; di encama serdegirtinê de nêzî 150 pirtûk û hezar û 500 rojname hatine desteserkirin. Em van serdegirtinan şermezar dikin.”