• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rapora li ser êrîşa li dijî gelê Pirxûsê hat eşkerekirin

    Rapora li ser êrîşa li dijî gelê Pirxûsê hat eşkerekirin

    Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

    Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

    ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Wan / AW

24 HEZÎRAN 2026 - 14:58
Kategorî: ROJANE
A A
Saziyên mafên mirovan, rapora li ser angaştên binpêkirina mafan a ku piştî mudaxeleya leşkeran a li dijî gelê bajaroka Pirxûsê ya ser bi navçeya Xelatê ve ku li dijî projeya GESê derdiketin, eşkere kirin.

Nûneretiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Wanê, Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Wanê, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê rapora li ser angaştên binpêkirina mafan a ku piştî mudaxeleya leşkeran a di 12yê hezîranê de li dijî gelê bajaroka Pirxûsê ya ser bi navçeya Xelat a Bedlîsê ve ku li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) derdiketin, bi daxuyaniyekê eşkere kirin. Daxuyanî, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat dayîn û nûnerên saziyan tev li bûn.

‘Mudaxeleyî kesên ku nerazîbûna xwe nîşan didan hat kirin’

Li ser navê saziyan parêzer Necdet Ceyhan daxuyanî xwend û wiha got: “Ji bo projeya ku di sala 2023yan de xebatên wê dest pê kirine; li gorî vegotinên kesên ku pê re hevdîtin hatine kirin, di 12yê hezîrana 2026an de hejmareke zêde ya cendirmeyan sewqî qada projeyê hatine kirin. Piştî ku li herêmê qelebalixiyeke neasayî hat ferqkirin, nêzî 60-70 welatî çûne qada projeyê. Hat tespîtkirin ku di dîroka navborî de ji aliyê Walîtiya Bedlîsê yan jî Qeymeqamiya Xelatê ve tu biryareke qedexekirinê nehatiye dayîn. Welatiyan diyar kirine ku wan xwestine nerazîbûna xwe ya ji bo parastina qadên merayê û çêrgehan bînin ziman. Nêzî 40 deqîqeyan danûstandin hatine kirin lê piştre bêyî ku tu anonsa belavbûnê bê kirin, mudaxeleyê dest pê kiriye.”

‘Hêza fîzîkî li dijî welatiyan hat bikaranîn’

Nejdet Ceyhan diyar kir ku li gorî beyanên şahidan, di roja bûyerê de nêzî 450 cendirme li herêmê hatine wezîfedarkirin û ev tişt anî ziman: “Di dema mudaxeleyê de; hêza fîzîkî hatiye bikaranîn, bi mertalan mudaxele hatiye kirin, gaza îsotê û ava şidandî hatine bikaranîn. Em dixwazin derbarê bûyeran de lêpirsîneke serbixwe û bibandor bê meşandin. Em daxwaz dikin ku hêzên ewlekariyê yên di roja bûyerê de wezîfe kirine bên tespîtkirin, qeydên kamerayan ên dema bûyerê bên parastin, girtekên cendirmeyê bên lêkolînkirin, hemû kesên birîndar li gorî pîvanên Protokola Stenbolê bên nirxandin, lihevhatina mudaxeleya hêzên ewlekariyê ya bi hiquqê re bê lêkolînkirin, pêvajoyên binçavkirin û îfade girtinê bên lêkolînkirin, bandorên psîkolojîk ên li ser zarokan bên nirxandin û mafên welatiyên ku qadên xwe yên jiyanê diparêzin bên mîsogerkirin.”

Nejdet Ceyhan xwest ku pêvajoyên îdarî yên derbarê qada mera û çêrgehan de şefaf bibin û bal kişand ser wê yekê ku divê ji aliyê dozgeriyê ve angaştên li ser wezîfedarên giştî bi awayekî bibandor bên lêpirsînkirin.

Etîket: GESPirxûssaziyên mafên mirovan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gelê Pirxûsê li dijî GESê bi rojan e li ber xwe dide

Gelê Pirxûsê li dijî GESê bi rojan e li ber xwe dide

15 HEZÎRAN 2026
Li Giyadînê li dijî GESê berxwedan: Hewce bike em ê kon vegirin

Li Giyadînê li dijî GESê berxwedan: Hewce bike em ê kon vegirin

13 HEZÎRAN 2026
Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

12 HEZÎRAN 2026
Ji 79 saziyên Êzidiyan hişyariya ‘projeyên GESê’ destwerdana li xaka pîroz e

Ji 79 saziyên Êzidiyan hişyariya ‘projeyên GESê’ destwerdana li xaka pîroz e

28 GULAN 2026
Li Giyadînê protestoya li dijî GESê: Destên xwe ji ser axa me bikişînin

Li Giyadînê protestoya li dijî GESê: Destên xwe ji ser axa me bikişînin

20 GULAN 2026
Li Giyadînê li dijî GESê çalakî hate lidarxistin

Li Giyadînê li dijî GESê çalakî hate lidarxistin

12 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di konferansê de ligel ziman gelek mijarên esasî werin niqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş: Ez ê daxwaza hevdîtinê ya Kiliçdaroglu red bikim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Xelfetî û Hewagê projeya GESê: Dixwazin gundan bêmirov bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (656)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne