Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan weke bersiva êrişên li ser Durziyan, êrişî binesaziya Hikumeta Hemkî ya Suriyeyê kirine.
Duh Artêşa Siwêydayê eşkera kir ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê Durziyan kiriye û dan zanîn ku di encamê de kuştî û birîndar çêbûne. Her wiha hejmareke zêde Durzî jî revandine. Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê eşkera kir ku wan ji bo bersivê bidin ereşên binesaziya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bombebaran kirine.
Di daxuyaniya Artêşa Îsraîlê de wiha hat gotin: “Hêzên me yên hewayî êriş birin ser çek û navenda fermandariyê ya li kompleksên leşkerî yên li başûrê Sûriyeyê.” Artêşê diyar kir ku ew ê tu êrişên li dijî Durziyan tê kirin tolere nekin û wiha pêde çû: “Ji bo parastina wan û şopandina rewşa li herêmê wê operasyonên me bidomîn.”
Fermandariya Hêzên Parastina Neteweyî ya Siwêydayê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişên li herêma Siwêdayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, 4 kes birîndar bûn û 19 jî kes hatine revandin.
Hêjayî gotinê ye Îsraîl li girên Golanê dagir kiriye, piştî hilweşîna rejîma Esad a Kanûna 2024an weke bi berfirehî xaka Sûriyeyê dagir kiriye. Îsraîl dixwaze herêmeke bike herêmeke biewle ya bêçek.












