Gelê ji çar parçeyên Kurdistanê bi wesîleya Cejna Newrozê serdana Pakrewangeha Şehîd Mehmet Karasungur a li Qendîlê kir. Gorên Alî Haydar Kaytan, Alî Riza Altun û Qasim Engîn hatin ziyaret kirin.
Gelek welatiyan bi awayek girseyî Pakrewangeha Şehîd Mehmet Karasungur ziyaret kir. Welatiyan ji peşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Alî Haydar Kaytan, Alî Riza Altûn, Qasim Engîn û cangoriyên di demên cuda yên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kir.

Çalakiya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li ser gorên pakrewanan find hate vêxistin. Di merasîmê de ji Kampa Mexmûrê Dayika Emîne axatinek kir û balkişand ser girîngiya bîranîna pakrewanan. Emîne wiha axivî: “Cejna Newrozê û cejna Remezanê li Rêber Apo, şehîdên Kurdistanê, gerîlayên azadiyê û dayikên şehîdan pîroz dikim.”
Piştî axaftinê welatiya diruşmeya, “Şehîd namirin” avêtin û li ser gorên pakrewanan yek bi yek geriyan.









