Wan – Li Bakurê Kurdistanê tevî zext û polîtîkayên taybet ên dewletê jî Newroz di nava gelê Kurd de roj bi roj mezin bû û niha di meydanên herî mezin, bi tevlibûna milyonan tê pîrozkirin.
Newroz li Bakurê Kurdistanê ne tenê wekî serê salê an hatina biharê, lê wekî sembola man û nemanê, nasname û berxwedanê tê dîtin. Ev cejn di qadên siyasî, civakî, çandî û aborî de xwedî bandoreke kûr e. Newroz ji bo kurdên Bakur “Qada Siyasî” ya herî mezin e. Her sal bi mîlyonan welatî li qadan dicivin û peyamên siyasî didin dewletê û cîhanê. Di pîrozbahiyên Newrozê de daxwazên mîna naskirina nasnameya Kurdî, zimanê dayikê û statûya siyasî derdikevin pêş. Rêjeya beşdariya gel, ji bo partiyên siyasî û hikûmetê dibe pîvanek ku asta hêza tevgera Kurd û nerazîbûna gel nîşan dide. Newroz gelek caran dibe qada deklarasyonên girîng ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd û bangên ji bo aşitiyeke mayînde.
Hevgirtin û têkilî
Ji aliyê civakî ve Newroz mekanîzmayeke ku civakê li dora nirxên hevpar dicivîne û hevgirtineke Neteweyî çêdike. Mirovên ji her temenî û ji her beşên civakê (jin, ciwan, kal û pîr) li qadan dibin yek. Ev yek li ser her kesekê hesta “em” û yekîtiya civakî xurt dike. Jin, ciwan, kal û pîr bi lixwekirina cil û bergên neteweyî û xemlên çandî bi enerjiyeke vejînî li qadan dibin motorên sereke yên parastina hebûn, xwebûn kevneşopiyê. Newroz dibe sedema tevgereke mezin a mirovan; xelk ji gundan, navçe û bajaran berê xwe didin li qadên Newrozan û vê rojê bi coşeke mezin bi hev re pîroz dikin.
Vejîna nasnameyê

Newroz parastgeha herî mezin a çanda Kurdî ye. Li qadan stranên Kurdî, helbest û dirûşmên bi Kurdî têne gotin. Ev yek li hemberî asîmîlasyonê dibe mertalekî çandî. Bikaranîna kincên mîna şal û şapik û kiras û fîstan, ne tenê nîşana modayê ye, lê nîşana xwedîderketina li mîrateya dapîr û bapîran e. Bi van hêmayên çandî çîroka Kawayê Hesinkar û agirê Newrozê, di hişê civakê de her sal nû dibe û mîtolojiya Kurdî zindî dihêle.
Dînamîzma bazarê
Her çend ji aliyê wê yê siyasî giran be jî, Newroz bandoreke berbiçav li aboriya herêmê jî dike. Beriya Newrozê li bajarên mîna Amed, Wan, Mêrdînê, Stenbol û bajarên Kurdistanê firotina qumaş û kincên herêmî digihije asta lutkeyê. Firotina qûmaşan, dirûtina kincên, kirêkirina cilan û xemlên ji bo cil û bergên Kurdî tên amadekirin di bazarê de liv û tevgerekê ava dike. Ji gelek bajarên cîhanê û her çar aliyê Kurdistanê hezaran geştiyar tên Bakur. Otêl, xwaringeh û fîrmayên otobusan di vê heyamê de qezenceke bi dest dixin. Konser, festîval û firotina berhemên hunerî (pirtûk, kovar hwd.) di bin sîwana Newrozê de zêde dibe. Newroz li Bakurê Kurdistanê “Rojek” nîn e; pêvajoyek e ku ji 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest pê dike û di 21ê Adarê de digihîje lûtkeyê. Ev pêvajo hemû dînamîkên jiyanê yên li herêmê dixe nava tevgerê.
Dîroka Newrozê li Bakurê Kurdistanê, ji pîrozbahiyeke çandî derbasî qonaxeke siyasî bû û veguherî “Restkêşana Neteweyî”. Ev pêvajo bi taybetî piştî salên 1980yî bi rûdanên dramatîk û serhildanên gel hat naskirin. Kronolojiya serhildanên Newrozê ev in:
Newroza 1982an: Çirûska zîndanê
Dîroka nûjen a Newrozê li Bakur bi çalakiya Mazlum Dogan a di Zîndana Amedê de dest pê dike. Di şeva 21ê Adarê de, wekî nerazîbûnek li dijî îşkenceyên darbeya 12ê Îlonê, wî sê darikên kibrîtê vêxistin û agirê Newrozê bi bedena xwe pêxist. Çalakiya Mazlûm Dogan di nava tevgera azadiyê ya Kurd de wekî “Agirê Kawayê Hemdem” hat binavkirin û Newrozê ji nû ve pênase kir.
Newroza 1990: Destpêka serhildanan

Taybetmendiya salên 90î ew e ku Newroz ji girtîgehan derket û li kolanan belav bû.
Nisêbîn: Di 1990î de gel bi girseyî derket kolanan. Dewletê bi tundî mudaxale kir, lê ev bû destpêka pêleke nû ku jê re nirxandina “Serhildanê” hat kirin.
Cizîr: Cizîra Botan bû navenda berxwedana li dijî qedexe û astengiyan. Ruhê Newrozê li hemû bajarên herêmê belav bû.
Newroza Reş: 1991 û 1992

Ev her du sal di dîroka Kurdistanê de wekî salên herî bixwîn têne bîranîn. Di sala 1991an de li gelek bajaran qedexeya derketina derve hebû. Li Nisêbînê di encama gulebaranê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. 1992, sala herî giran bû. Li Cizîr, Şirnex û Nisêbînê tîmên taybet bi çekên êrîşî gel kirin. Tenê li Cizîrê bi dehan mirov hatin kuştin. Wêneya Bêrîvanê ku bi kincên neteweyî li ber tankan rawestiya bû, bû sembola wê serhildanê.
1994-1995: Zext û berxwedana çandî
Di nîveka salên 90î de, dewletê hewl da Newrozê “rewa” bike û navê wê kir “Nevruz” ku weke cejneke Tirkî nîşan da. Lê belê gel ev yek qebûl nekir. Di van salan de tevî girtin û qedexeyan, agirê Newrozê li ser lûtkeyên çiyayan û li taxên bajaran bi dizî an jî bi şer hat vêxistin.
2000-2010: Qonaxa qadên mezin

Piştî salên 2000î, stratejî guherî. Êdî Newroz ne tenê li taxan, lê li meydanên herî mezin ên bajaran bi beşdariya mîlyonan hat pîrozkirin. Di 2008an de li gelek bajaran (weke Gever û Wanê) qedexeyên dijwar hebûn û di pevçûnan de gelek kes hatin kuştin, lê gel paş de gav neavêt.
2013: Newroza “Pêvajoya Çareseriyê”
Ev Newroz di dîroka siyasî de xwedî cihekî taybet e. Li Amedê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin, bang hat kirin ku “serdema têkoşîna çekdarî bi dawî bûye û serdema siyaseta demokratîk dest pê kiriye.” Ev Newroz bi beşdariya nêzî 2 mîlyon welatiyan wekî “Newroza Aştiyê” hat pênasekirin.
Di roja me de piştî evqas bûyerên Newrozê ev roj weke cejneke neteweyî tê pîrozkirin. Her sal di navbera 15 û 25ê Adarê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê agirê Newrozê bi pêşengiya Kurdan tê pêxistin. Ev yek nîşaneya destkeftiyeke mezin a berxwedana gelê Kurd e.

















