Endama Konseya Rêveber a KCKê Sozdar Avesta di Newroza Qendîlê de derket ser dikê, despêkê Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û tevayî gelê Kurd pîrozkir. Piştre jî peyam bi zaravayê Kurmancî xwend.
Pîrozbahiya Cejna Newroza Qendîlê didome. Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta derket ser dikê, peyamek da. Sozdar Avesta di despêkê de li ser navê Tevgera Azadiyê cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û gelê Kurd pîroz kir û got: “Di kesayeta Şehîd Mazlum Dogan, Alî Heydar Kaytan, Riza Alutn û Zekiye Alkan de hemû şehîdên rêya azadiyê bibîrtînin û bejna xwe ji ber wan ditewînin. Cejna azadî û yekitiya demokratîk pîroz be.”
‘Tişta dikeve ser milê me pratîkkirina Rêber Apo ye’
Di dewamê de Sozdar Avesta got: “Îro heyecana me di asta herî bilind de ye û em li benda peyama Rêber Apo bûn û gihişt destê me. Me xwest em bi hemû dost û enternasyonalîstan re parve bikîn. Ya dikeve li ser milên me jî pratîkirina peyama Rêber Apo ye û Newroza bê emê li gel Rêber Apo de pîroz bikin.” Piştre jî peyama Rêber Apo ya bi zaravayê Kurdmancî xwend û girseya gel jî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” pêşwazî li peyamê kirin.
Piştre jî Endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê Serdar Star jî peyama Rêber Apo ya bi zaravayê Soranî xwend.













