Tevî baran û hewaya sar jî coşa bi hezaran welatiyên tevlî Newroza Qandîlê bûyîn, li ber stranên hunermendên navdar bi govend û sloganên yekîtiyê bi dawî bû.
Newroza Binarê Qendîlê bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyên ji çar perçeyên welat pêk hat. Welatiyên tev li Newrozê bûyîn bi yek dengî daxwaza parastina destkeftiyan û yekîtiyê bilind kir. Di dewama pîrozbahiyê de peyama Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê ji aliyê Endamê Mecisê Aram Hisên ve hate xwendin. Piştre jî berpirsa xebata jinan Serwîn Celal peyama Komeleya Jinên Kurdistanê (KJK) xwend.
Peyama Abdullah Ocalan hate xwendin
Endama Komseya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta tevlî pîrozbahiyê bû û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza 2026an xwend. Piştre jî Endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê Serdar Star peyama Rêber Apo bi zaravayê Soranî xwend.
Welatiyan govend girê dan
Niha girse li ber stranên Hunermend Luqman Selîm, Çopî Fetah, Koma Hunerê ya Şengalê, Koma Hunerî ya Mexmûr, Hunermend Ferhat Merdê, Mihemed Germiyanî, Xezal Mistefa, Rêvîn Aras, Samal Salih bi coş û peroş govend girê dan.
Newroz bi sloganan bêyî pirsgirêk bi dawî bû.











