Îro serê sibê baregehek Haşdî Şabî ya li aliyê Rojavayê Musilê, hate bomberbarankirin. Hat gotin ku di êrşê de 5 çekdar birîndar bûne.
Li gorî medyaya Iraqê, danê siharê balafirên şer baregehek Haşdî Şabî ya li herêma Hermat ya dikeve rojavayê Musilê, bombebaran kiriye. Çavkanî ragihand ku di encama êrişa hewayî de, 5 çekdar birîndar bûne. Hate gotin ku piştî êrişê birindaran rakirine nexweşxaneyê.
Hêjayî gotinê ye piştî şerê di navbera Îran, Îsraîl-Amerîkayê de destpê kir, Amerîkayê gelek caran baregehên Haşdî Şabî ku hêzên wekîl yên Îranê ne, bombebaran kir. Êriş wisa xuya dike ku dê berdewam bikin.













