• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

    Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

    ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan  ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

    ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan
    ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

    Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

    Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

    Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

    Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

    Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

    Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

    Demhatê biçûk berî vegere Efrînê jiyana xwe ji dest da

    Demhatê biçûk berî vegere Efrînê jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

    Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

    ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan  ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

    ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan
    ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

    Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

    Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

    Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

    Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

    Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

    Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

    Demhatê biçûk berî vegere Efrînê jiyana xwe ji dest da

    Demhatê biçûk berî vegere Efrînê jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Newrozên Dîlok, Mêrsîn û Edeneyê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dawî bûn

Navenda Nûçeyan / AW

22 ADAR 2026 - 11:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Pîrozbahiyên Werozê yên li Edene, Mêrsîn, Dîlok û Rihayê bi beşdariya deh hezaran kesan pêk hatin. Di axaftinan de girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û azadiya Abdullah Ocalan hate destnîşan kirin. Pîrozbahî bi bangawaziya yekîtiya gelê Kurd û stranên hunermendan bi dawî bûn.

Pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajaran ligel baran û sermayê jî bi coş dest pê kirin. Li Edeneyê pîrozbaniyê Newroza bi şîara Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan a li navçeya Seyhanê tê pîrozkirin. Tevî barana giran jî kesên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî hatibûn, piştî du nuqteyên kontrolê ketin qada pîrozbahiyê. Welatî xwe bi rengên kesk, sor û zer, cil û bergên neteweyî xemilandîn, dîmenên rengîn û balkêş derxistin holê. Girse bi sloganên “Bijî Serok Apo”, Bijî Kurdistan” û “Bijî Newroz” ketin qadê û li ber dahûl û zirneyê govend gerandin.

Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir

Li qadê ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê rêz hate girtin. Di dema rêzgirtinê de girseyê bi yek dengî sloganên, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Di dema rêzgirtinê de ciwanan sirûda “Çarxe Şoreşê” got. Hevserokên Rêxistina Bajar a DEM Partiyê yên Edeneyê Hêlîn Kaya û Seyfettin Aydemir cejna gel pîroz kirin û bal kişandin ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Dayîkên Aştiyê agir pêxistin

Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin û coşa Newrozê bilind kirin. Dayikan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kirin. Piştre ciwanan postera Abdullah Ocalan vekirin û sloganên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Peyama girtiyên siyasî yên herêma Çukurovayê hate xwendin û pişt re sloganên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin bilindkirin. Siyasetmedar Sırrı Sureyya Onder jî hate bîranîn.

‘Girtiyên siyasî serbest berdin’

Serdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Newroz pîroz kir û got ku Newroz sembola berxwedan û têkoşîna hevpar a gelan e. Halîde Turkoglu wiha axivî :”Jin û ciwan hêza bingehîn in a têkşoînê ne. Ji bo Selahattîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag û Leyla Guven û hemû girtiyan em demildest azadiyê dixwazin. Pêwîstî bi xurtkirina aştiyê, rawestandina siyaseta qaşûman û naskirina mafê jiyana wekhev heye.” Turkoglu, Banga 27ê Sibatê ya Abdullah Ocalan bir bîr xist û wiha domand: “Divê Birêz Ocalan bi lez azad bibe. Gel dixwaze li qadên Newrozê bi wî re bicive. Ziman, çand û hebûna Kurdan divê bigihe statûyê.”

‘Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e’

Cîgirê Serokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî jî Newroz gel pîroz kir û cangoriyên azadiyê bi bîr anîn. Tiryakî diyar kir ku di vê pêvajoyê de tu mirin çênebûne û ev yek jî girîngiya pêvajoyê radixe berçavan. Tîryakî bang li dewletê kir ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne û ev tişt gotin: “Avakirina aştiyê bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.”

Piştî axaftinan, hunermendên herêmî û Aram Serhad derketin ser sehneyê. Newroz bi stran û govendê bi dawî bû.

Dîlok

Li Dîlokê jî Newroz li Qada Îstasyonê ya li navçeya Şehitkamilê bi heman şîarê tê pîroz kirin. Bi hezaran welatiyên bi kincên neteweyî û sloganan ber bi qada Newrozê ve herikîn, piştî lêgerînan ketin qadê. Beşdar bi cil û bergên neteweyî û pankartên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hene, ketin qadê. Her weha pankart û dowîzên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin jî li qadê hatin vekirin. Tevî şertên nebaş ên hewa û barîna barana zêde jî, jin û ciwan bi gerandina govendê coşa Newrozê dijîn.

Li Dîlokê jî Newroz li Qada Îstasyonê ya li navçeya Şehitkamilê bi heman şîarê tê pîroz kirin. Bi hezaran welatiyên bi kincên neteweyî û sloganan ber bi qada Newrozê ve herikîn, piştî lêgerînan ketin qadê. Beşdar bi cil û bergên neteweyî û pankartên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hene, ketin qadê. Her weha pankart û dowîzên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin jî li qadê hatin vekirin. Tevî şertên nebaş ên hewa û barîna barana zêde jî, jin û ciwan bi gerandina govendê coşa Newrozê dijîn. Wêneyên hevserokê PYD’ê Salih Muslim ku di 11ê Adarê de li Hewlerê koça dawî kir jî hatin hilgirin. dirûşmên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” gelek caran hatin berzkirin. Ji aliyekî din ve, peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh ji bo pîrozbahiya Cejna Nevroza Amedê şandibû, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Tirkî hate xwendin.

‘Newroz li Abdullah Ocalan pîroz be’

Pîrozbahî bi muzîk û govendê dest pê kir. Piştî vê Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û parlameneterê Bedlîsê Hüseyin Olan, axaftin kirin. Axaftvanê yekem Huseyîn Olan, girîngiya pîrozbahiyên Newroza îsal tekez kir û got, “Newroz a îsal Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk e. Newroza îsal 4,000 sal in bi agirê xwe ji Kawa û Suryaniyan ve dijî. Li Amed, hevalan, li hember zilmê, xwe şewitandin û gotin, ‘Em hene, em agir in.’ Jinên Kurd jî di têkoşîna Kurd de pêşeng bûn. Heval Zekiye li ser sûrên Amed, Heval Rehşan li ser bircên Kadifekaleyê xwe şewitandin û gotin, ‘Em jî hene.’ Agirê Newrozê bi salan e geş dibe. Berê, dibe ku li van qadan kêm kes hebûn, lê niha bi mîlyonan in. Di vê Newrozê de, em ji Birêz Abdullah Öcalan re ku li Girava Îmraliyê ye, dibêjin: Newroza we pîroz be.”

‘Divê Birêz Ocalan pêvajoyê bi awayekî azad bi rê ve bibe’

Gulcan Kaçmaz Sayyiğit diyar kir ku gelê Kurd têkoşîna xwe li qadan berfireh dike û got, “40 sal in şerekî dijwar tê meşandin û li dijî gelê Kurd siyasetek mezin a tunekirinê tê meşandin. Di 27’ê Sibatê de Birêz Abdullah Öcalan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk were çareserkirin. Ji bo vê mijarê li parlementoyê komîsyonek hat avakirin û raporek hevbeş hat amadekirin. Ev komîsyon û rapor ji bo me pir girîng in. Lêbelê, gavên piçûk ên ku ji hêla dewletê ve hatine avêtin têrê nakin. Bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Divê Selahattîn Demîrtaş û hevalên me yên din werin berdan û rêya siyaseta demokratîk were vekirin. Naskirina statuya ziman û çanda Kurdî pir girîng e. Ger Birêz Abdullah Öcalan, mîmarê vê pêvajoyê, neyê berdan, ne mimkûn e ku pêvajo bi awayekî saxlem bi pêş bikeve. Divê Birêz Ocalan vê pêvajoyê bi awayekî azad bi rê ve bibe.”

Bername pîştî axaftinan bi mûzêkê û govendê bi dawî bû.

Riha

Navendek girîng ku îro Newroz lê tê pîrozkirin jî Riha ye. Li pêşiya Novada Parkê ya li navçeya Haliliyeyê Newroz tê pîrozkirin. Di seatên zû yên sibê de bi hezaran welatî ref bi ref ber bi qadê ve herikîn. Tevî şertên hewaya nebaş jî girseyek mezin li noqteyên lêgerînê kom bûn. Welatiyên cil û bergên neteweyî li xwe kirîn, alên kesk û sor û zer rakirin. Piştî vebûna deriyan welatî ketin qadê û li ber dahol û zirneyê dest bi gerandina govendê kirin. Di qadê de bi tîlîlî û sloganên balê dikişînin ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tên avêtin.

Li qadê postera mezin a Abdullah Ocalan
Pîrozbahiya Newroza Rihayê ku bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Demokrasiyê/ Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê lidarxistin, bi deh hezaran kes beşdar bûn. Tevî barana zêde jî pîrozbahî berdewam dike. Di pîrozbahiyê de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Dema ku poster hat vekirin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Li kêleka poster pankartên “Ziman beden e, bedena xwe bipareze”, “Statuya Kurdî perwerdahiya Kurdî” û “Newroz pîroz be” hatin vekirin.

Mehmet Ocalan: Serok dibêje divê herkes Kurdî biaxive

Bernameya Newrozê bi rizgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Mehmet Ocalan ku duh bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû, têkildarî naveroka hevdîtinê axaftineke kurt kir. Mehmet Ocalan wiha got: “Serok ji min re got, dema tu diçi Newroza Rihayê, silavên min bigihîne gelê Rihayê. Newroza 2026an li gelê Rihayê, gelê Başûr, Rojava, Rojhilat û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. 50 sal in têkoşîn hate meşandin. Ji ber vê yekê divê em niha li hemû qadên jiyanê, li malan, bi zarokan, li kongreyan û li cihên kar bi Kurdî biaxivin. Divê em zimanê Kurdi biparêzin.”

Dayîkên Aştiyê agir pêxistin

Piştî axaftina Mehmet Ocalan, Dayikên Aştiyê derketin ser sehneyê, gel silav kirin û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan anîn ziman. Piştre, hevserokê Komîsyona Hîqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, peyama Abdullah Ocalan û peyama Sînan Turkmen ku piştî 33 salan ji zindanê derketiye, xwend. Di vê demê de girseyê gelek caran sloganên, “Bijî Serok Apo” berz kir. Li dû xwendina peyamê, hunermend Beser Sahin derket ser sehneyê û stranên xwe ji gel re gotin. Gel hem beştarî gotinên stranan bû û hem jî bi gerandina govendê coşiya.

‘Divê azadiya fîzîkî pêk bê’

Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel, di axaftina xwe de bal kişand ser azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û wiha got: “Pêvajoyeke nû heye. Ocalan li ser navê gelê Kurd bi dewleta Tirk re diaxive û muzakerê dike. Lê divê hûn dev ji gotina terorîst berdin. Gelê Kurd ne terorîst e, li kesên ku hûn bi wan re muzakerê dikin neheqî nekin. Heke hûn dixwazin bi Kurdan re aşti û peymana dîrokî ava bikin, divê hûn hebûna Kurdan qebûl bikin. Hêj jî gerîlayên Kurd li çiyan e, kesên ku azadî dixwazin li zindanan û li derveyî welat in. Ji bo van jî divê qanûn werin derxistin. Em li benda vegera wan in. Divê şertên xebatê yên Serok Apo werin başkirin.”

‘Newroza azadiya Ocalan e’

Aktîvîsta TJAyê Çîmen Fidan jî axivî diyar kir ku Kurd li Kurdistanê û Rojhilata Navîn xwediyên dîrokeke kevn in lê bi sed salan e tên înkarkirin. Çîmen Fîdan balkişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest ku azadiya fîzîkî demildest pêk bê. Çîmen Fîdan, Newroza 2026an wekî Newroza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pênase kir.

Dereng mayîn nayê qebûlkirin

Endamê Heyeta Îmraliyê Mithat Sancar diyar kir ku divê bêyî derengmayînê gavên pêwist bên avêtin û ev tişt gotin: “Em ji bo pirsgirêka Kurdan çareseriya aştiyane dixwazin. Ne înkar, wekhevî; ne tundî, siyaset; ne zext, edalet. Li ser vê yekê em israr dikin. Aştî girîng e, şer xirab dike. Ji ber vê yekê aştî ne tenê bijartineke siyasî ye, her wiha bijartineke exlaqî ye. Pêvajoya aştiyê di 27ê Sibatê de hate destpêkinin lê pêwîstiya demokrasiya û edaletê heye. Divê em vê rêyê bi lez bidomînin û dereng nekin. Gel bawerî û hêvî heye, ji bo parastina vê baweriyê qanûn pêwîst ih. Niha êdî derengmayîn nayê qebûlkirin.”

Piştî axaftina Mithat Sancar, agirê Newrozê hate şewitandin. Newroz bi stranên Koma Hevra û bi govendan bi dawî bû.

Mêrsîn

Li Mêrisên jî pîrozbahiyên Newrozê li Qada Tirmil a navçeya Akdenîzê pêk tên. Welatiyên di seatên sibê de herikîn qadê piştî prodestûrê lêgerînê ketin qadê. Bi hezaran welatiyên bi kincên neteweyî, rengên kesk û sor û zer ketin qadê sloganên, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” berz kirin. Piştî girese kete qadê deqeyek ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê rêz hate girtin. Li qadê posterên pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê û cangoriyan ligel rengên neteweyî qad xemilandin. Cîgira Serokên Koma Meclisê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigît dê li vir biaxive û hunermend Rûken Yilmaz jî derkeve ser dikê. Pirîrozbahiya Newrozê bi stran, dahul, zirne û sloganan didome.

Posterên Ocalan hatin vekirin

Ciwanên tev li pîrozbahiyê bûn, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd Mazlum Dogan, Sema Yuce, Zekiya Alkan û gelek kesên din hilgirtin. Di dema bilindkirina poster û wêneyan de li qadê dengê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” olan da.

Peyama Abdullah Ocalan bi baldarî hate guhdarkirin

Piştî rêzgirtinê, bername bi axaftinan dest pê kir. Hevserokên Komîteya Amadekariya Newrozê gel silav kirin, peyamên hatine şandin hatin xwendin. Piştî peyamên girtiyên siyasî yên li zindanên herêma Çukurovayê hatin xwendin, peyama Abdullah Ocalan ya ji bo Newrozê hatibû şandin bi baldarî hate guhdarîkirin. Li qadê postera Abdullah Ocalan a mezin hate vekirin, her weha wêneyên pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên wekî Mazlum Dogan, Sema Yuce û Zekiye Alkan jî hatin hilgirtin.

Agir hate pêxistin

Agirê Newrozê bi sloganên “Jin, jiyan, azadî” û “Be Serok jiyan na be” hate pêxistin. Piştre, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sara Kaya axaft û wiha got: “Em silavên xwe di kesayetiya Figen Yuksekdag, Leyla Guven û Ayşe Gokkan de ji tevahiya girtiyên zindanan re dişînin. Ji vir ve em silavên xwe dişînin Îmraliyê. Em dixwazin ku salek din Serokê me di nav me de be.”
Piştre hunermendên herêmî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

‘Divê em ruhê yekîtiyê xurt bikin’

Cîgira Serokên Koma Meclîsê ya DEM Partiyê, Gulistan Kiliç Koçyîgît bi silavkirina gel dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Ji vir em silavên xwe dişînin Îmraliyê. Em Newroza Birêz Ocalan pîroz dikin. Kurd dibêjin ku piştgiriyê didin ‘Banga 27ê Şibatê. Li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê jiyaneke azad, demokratîk û aştiyane dixwazin. Zindanên ku bi sê darikên niftikê ronî bûn û têkoşîna gelê me em anîn vir. Niha dem e ku em ruhê neteweyî yê ku di pêvajoya Rojava de xwe nîşan da, xurt û mezin bikin.”

‘Divê şert û mercên azadiya Ocalan pêk bên’

Gulistan Kiliç Koçyîgît, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi bîr xist û wiha domand: “Tê xwestin dîsa Rojhilata Navîn bibe cihê agirê şer. Divê Meclîs bi lez gav bavêje. Demê rawestînê nîne. Divê deriyên zindanan werin valakirin û hevalên me yên li derveyî welat vegerin. Divê hemû qayûmên li bajaran bêşert û merc werin rawestandin û hevserokên şaredariyan vegerin ser karên xwe. Ji her tiştî girîntir jî divê şert û mercên azadiyê yên Birêz Ocalan pêk bên.”

Piştî axaftinan hurermend Rûken Yilmaz derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin. Girseyê li ber stranan demek dirêj govend girêda û pîrozbahiyî bi slogan û tîlîliyan bi dawî bû.

 

Etîket: Abdullah OcalanÇîmen FîdanDîlok NewrozEdene NewrozMehmet OcalanMêrsînMîthat SancarNewroza Azadî û Yekîtiya DemokratîkRiha NewrozaTayîp Temel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

8 GULAN 2026
Bakirhan: Statuya birêz Ocalan dê pêşiya pêvajoyê veke

Bakirhan: Statuya birêz Ocalan dê pêşiya pêvajoyê veke

5 GULAN 2026
Bahçelî: Divê statuya Abdullah Ocalan bê diyarkirin

Bahçelî: Divê statuya Abdullah Ocalan bê diyarkirin

5 GULAN 2026
Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

5 GULAN 2026
Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

5 GULAN 2026
Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

‘Serok Apo azad nebe, ne aştî û ne azadî pêk tê’

2 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zana Farqînî: Zimanê ku derbasî zarokan nebe, li ber mirinê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gundê Êlê 30 sal in qedexe ye: Em dixwazin qedexeya li ser gund bê rakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê bi eleqeyek zêde didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (224)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne