Rêveberên DEM Partiyê û HDKê yên li Stenbolê banga beşdariya “Mitînga Azadiyê” li xelkê kirin û gotin: “Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest azad bibe. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe aştî jî dê pêk neyê. Em li benda gelê xwe ne ku bi yek dilî banga azadiyê bikin.”
Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê dê ji bo azadiyê fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan di 27ê Hezîranê de li Wanê û Mersînê û di 28ê Hezîranê de jî li Amed û Stenbolê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad ber bi Azadiyê ve Dimeşin” li dar bixin. Li Stenbolê mitîng dê li Qada Bagcilarê bê lidarxistin. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wekî axêver û Koma Agirê Jiyan û Tara Mamedova jî bi stranên xwe tev li mitîngê dibin.
Berdevkê Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê Çetîn Yildiz, Hevberdevkê HDKê yê Herêma Duyemîn a Stenbolê Hakan Etemoglû û Rêveberê Rêxistina DEM Partiyê yê Navçeya Fatîhê Mehmet Mahsûm Çakir banga beşdariya mitîngê li gel kirin.
‘Em bi yek dilî banga azadiyê bikin’
Çetîn Yildiz diyar kir ku ji 27ê Sibata sala 2025an ve pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dimeşe û wiha axivî: “Bi girêdayî pêvajoyê mafê hêviyê ketiye rojeva gelan. Mafê hêviyê ji bo Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn girîng e. Heke ku mafê hêviyê pêk were û birêz Abdullah Ocalan di şert û mercên baş de ji bo pêvajoyê bixebite ihtîmal heye ku ev pêvajo jî di gendeşiyên Rojhilata Navîn jî bi dawî bike. Heke li Tirkyeyê mafê hêviyê pêk were û birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe dê li Tirkiyeyê pirsigirêka Kurd jî çareser bibe. Tirkiye dê demokratîk bibe, xizanî û bêedaletî jî dê dawî bibe. Ji bona wê em mitîngek li dar dixin. Armanca mitîngê jî ji bo bang kirina mafê hêviyê ye. Ev mitîng dê bibe dengê Stenbolê. Em bang li gelê me yê li Stenbolê dikin ku 28ê Hezîranê tev li mitînga me ya li Qada Bagcilarê bibin. Em li benda gelê xwe ne ku bi yek dilî banga azadiyê bikin.”
‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê em destê Serokatî xurt bikin’
Hevberdevkê HDKa Herêma Duyemîn a Stenbolê Hakan Etemoglû jî anî ziman ku 28ê Hezîranê ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê li navçeya Bagcilarê bin û got: “Ji bo azadiya Serokatî em dixwazin tevahiya gelê Kurd were qada mitîngê. Ji bo azadiya hevalên me yên di girtîgehan de ne jî ev mitîng girîng e. Divê demê de divê em bibin yek. Ji bo pêvajoyê bigihîje serkeftinê divê em destê Serokatî xurttir bikin û bixebitin. Aştî di nava çar diwaran de pêk nayê, divê em jî aştiyê bilind bikin. Em di 28ê Hezîranê de li Qada Bagcilarê li benda gelê xe ne.”
‘Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe aştî jî dê pêk neyê’
Rêveberê DEM Partiya Navçeya Fatîhê Mehmet Mahsûm Çakir jî destnîşan kir ku mitîng ji bo azadiyê dê bê lidarxistin û wiha axivî: “Ji bo girtiyên me werin berdan, ji bo aştî were vî welatî em mitîngek li dar dixin. Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest azad bibe. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe aştî jî dê pêk neyê. Divê di serî de Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Ez bang li gelê Kurd dikim ku di 28ê Hezîranê de li Bagcilarê bin. Em aştiyê dixwazin.”













