Wezîrê Derve yê Îranê peyamek ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand, hişyarî da li dijî armanckirina tesîsa nukleerî ya Bûşehrê neyên kirin û diyar kir ku her êrişek li ser tesîsê ku madeyên radyoaktif tê de hene, wê bibe sedema derketina radyoaktîf a berfireh û xeternak ku gefê li Îranê û welatên cîran bixwe.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser “encamên cidî” yên her êrişeke leşkerî li ser tesîsa nukleerî ya Bûşehrê hişyarî da û diyar kir ku êrişeke wisa dikare bibe sedema derdana mîqdarên mezin ên madeyên radyoaktif ku rasterast gefê li jîngeh û welatiyên hem li hundir hem jî li derveyî Îranê dixwe.
Eraqçî piştî êrişên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê li dijî tesîseke nukleerî ya Îranê hatine kirin, nameyek ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand. Eraqçî da zanîn ku êrişên wiha “binpêkirineke aşkera ya qanûna navneteweyî û Peymana Neteweyên Yekbûyî ne û binpêkirina Qanûna Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî ne.”
Eraqçî anî ziman ku tesîsa nukleerî ya Bûşehrê tesîseke xebitandinê ye ku bi hezaran kîlogram madeyên nukleerî tê de hene, her êrişeke rasterast dikare gelek madeyên radyoaktif berde nav jîngehê, di heman demê de hedefgirtina xetên dabînkirina elektrîkê dikare pergalên sarkirinê yên wê têk bibe û dibe ku bibe sedema hilweşîna reaktorê û berdana berfireh a radyoaktifê.
Eraqçî bang li Konseya Ewlehiyê kir ku tedbîrên demildest û biryardar bigire da ku van êrişan şermezar bike, û pêwîst e ku ew dubare nebin û zirara encam were telafîkirin.













