Li Amedê ji ber deriyên Bendava Devegeçîdiyê hatin vekirin ji taxên Sûrê, Baxçeyên Hewselê heta Bismilê gelek cih dibin avê de man.
Li Amedê bi rojane baraneke zêde dibare. Piştî barînên zêde, di Bendava Devegeçîdiyê de tehliyeya avê hate kirin. Ji ber tehliyeya avê, li navçeyên Sûr û Bismilê gelek cih di bin avê de man.
Baxçeyên Hewselê yên li kêleka Çemê Dîcleyê û cihên nêzî Geliyê Dîcleyê yê li taxa Fîskayayê, di bin avê de man. Piştî baranê ajansa me xwe gihand xwediyên baxçeyan. Xwediyên baxçeyan da zanîn ku tu zirar negihîtiye baxçeyan.
Li navçeya Bismilê jî li devera Karakopruyê ya li Taxa Fetleyê zirar gihişt pira cotkaran bi kar tîna. Her wiha li Bismilê jî ji ber rabûna Rûbarê Ambarê, gelek avahiyên li taxa Ambarê di bin avê de man.














