• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

    Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

    Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

    Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

    Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

    Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

    Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bêrawestan bidomînin

Amed / AW

25 ADAR 2026 - 15:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Tamer Tanrikûlû yê piştî 32 salan ji Girtîgeha Aksarayê hate berdan li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin.Tamer Tanrikûlû got: “Ji bo azadiya Serokatiyê em ê têkoşîna xwe bêrawestan bidomînin.”

Di pêşengtiya MED TUHAD-FEDê de Tamer Tanrikûlû yê piştî 32 salan ji Girtîgeha Aksarayê hate berdan li Amedê bi coş û kêfxweş hate pêşwazîkirin. Tamer Tanrikûlû ku di Sibata 1994an de hatibû binçavkirin di Adara 1999an de cezayê muebedê lê hatibû birîn. Tamer Tanrikûlû piştî cezayê muhebedê lê hate birîn bi rêzê li Girtîgehên Bergama, Çankiri, Yozgat, Çewlig, Bûrsa, Elbistan û herî dawî jî li Tîpa Tyê ya Aksarayê hate ragirtin. Cezayê ku li Tamer Tanrikûlû hatibû birîn di 3yê Sibata 2024an de qediya bû û diviyabû bihata berdan. lê Lijneya Çavderiyê ya Girtîgeha Aksarayê bi awayekî kêfî berdana Tamer Tanrikûlû du salan taloq kir.

‘Azadî bextewariyeke mezin e’

Tamer Tanrikûlû piştî pêşwaziyê axivî û wiha got: “Bêguman piştî 32 salan, gihîştina derfetên azadiyê bextewariyeke mezin e. Lê min heval û hogirên xwe li pey xwe hiştin. Dil û cîgera min li pey min man. Ji ber vê yekê aliyekî min jî xemgîn e. Hêvîdar im di serî de Serok Apo û hemû hevalên di zindanan de, rojeke zû bigihîjin azadiya fîzîkî. Ji roja ku me gav avêtiye nav têkoşînê, me çi soz dabe gelê xwe, heta nefesa xwe ya dawî em ê xwedî li soza xwe derkevin. Serokatiyê bi rastî jî ji bo me pêvajoyeke pir nû da destpêkirin. Ev pêvajo ji her demê zêdetir hem peywirên me girantir dike, hem jî baldarîyeke mezin dixwaze. Her tim bi berxwedanê gihişt encamê. Vê carê jî tevî gelê xwe em ê bigihin encamê. Têkoşîna ku heta niha hate meşandin, nasnameya gelê Kurd û hebûna gelê Kurd bi hemû cîhanê da qebûlkirin. Ji îro pê ve, di pêvajoya nû de, têkoşîna pêvajoya nû wê statuya gelê Kurd jî bi cîhanê bide qebûlkirin. Em di vê baweriyê de ne û heta nefesa xwe ya dawî jî em ê li pey Serokatiya xwe bimeşin. Ji bo azadiya Serokatiyê em ê têkoşîna xwe bêrawestan bidomînin.”

Piştî axaftinê girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.

 

Etîket: Tamer Tanrikulu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (16)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne