• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

Îzmîr / AW

27 ADAR 2026 - 20:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin bertek nîşanî pêla binçavkirinên piştî Newrozê da û got: “Heke hûn aştiyê dixwazin, pêşî hurmetê nîşanî çand û nirxên Kurdan bidin.”

Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), ji bo şermezarkirina binçavkirin û girtina gelek welatiyan ku piştî pîrozbahiyên Newrozê li bajarên Tirkiye û Kurdistanê pêk hatin, daxuyaniyeke hat dayîn. Daxuyaniya ku li ber Navenda Çanda Turkan Saylan hat lidarxistin de, dirûşmên “Binçavkirin, girtin û zext nikarin me bêzar bikin”, “Bila zindan werin rûxandin, azadî ji bo girtiyan” û “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” hatin berzkirin. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. 

‘Em ê li dijî zextan têkoşîna xwe bidomînin’

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka EGE-TUHAYDERê Ayfer Yildirim ve hat xwendin. Ayfer Yildirim bal kişand ser operasyonên ku li Îzmîrê jî hatine kirin û bi bîr xist ku du jin û zarokek hatine girtin. Yildirim diyar kir ku ew ê li dijî zextan têkoşîna xwe bidomînin.

‘Divê gotin û kirin li hev bikin’

Piştre Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Îzmîrê Îbrahîm Akin axivî. Îbrahîm Akin destnîşan kir ku Newroza 2026an di dîroka herêmê de Newroza herî bi çoş bû û diyar kir ku binçavkirin û girtinên ku Newrozê wekî hincet nîşan didin, perçeyek ji polîtîkayeke plankirî ne û got: “Heke li vî welatî dixwazin bi gelê Kurd re di nav aştiyê de bijîn, divê pêşî hurmetê nîşanî nirx û çanda Kurdan bidin. Heke hurmetê nîşan nedin, em dixwazin diyar bikin ku ti qiymeta gotinên desthilatdariyê nîne; desthilatdar rastiyê nabêje, derewan dike. Em dixwazin gotin û pratîk li hev bikin.”

Daxuyani bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. 

 

Etîket: binçavkirindaxuyanîİzmirNewrozşermezarkirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Yilmaz Çerçel berdin

30 GULAN 2026
Li Îzmîrê bernameya pîrozkirina cejnê

Li Îzmîrê bernameya pîrozkirina cejnê

29 GULAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Îsraîlê li gelek navendên Hizbullahê xist

Îsraîlê li gelek navendên Hizbullahê xist

26 GULAN 2026
Li Îzmîrê bertek nîşanî ‘Betalkirina teqez’ dan

Li Îzmîrê bertek nîşanî ‘Betalkirina teqez’ dan

22 GULAN 2026
Ozgur Ozel: Em ê li dijî vê darbeyê li ber xwe bidin

Ozgur Ozel: Em ê li dijî vê darbeyê li ber xwe bidin

22 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erka Tom Barrack bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Yilmaz Çerçel berdin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (764)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne