• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    ROJEVA 6ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 28ê ADARA 2026an

    Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

    Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

    ‘Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi ser bikeve’

    PJAKê têkildarî derxistina navê wê ji lîsteya vexwendina kongreyê daxuyanî da

    Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

    Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    ROJEVA 6ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 28ê ADARA 2026an

    Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

    Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

    ‘Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi ser bikeve’

    PJAKê têkildarî derxistina navê wê ji lîsteya vexwendina kongreyê daxuyanî da

    Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

    Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

Esra Polat / AW

28 ADAR 2026 - 10:12
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Endamên Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Nevzat Ozgen û Mehmet Emîn Turk derheqê Yekitiya Neteweyî ya Kurd de axivîn û wiha gotin: “Divê gelê Kurd di Şerê Sêyemîn ê Cihanê de yekitiya xwe ava bike.”

Di 19ê Adarê de bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên cûda yên Başûrê Kurdistanê ji bo yekitiya Kurdan bi dirûşma ‘Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e’ projeya “Lihevkirina Neteweyî” hate destpêkirin. Roj bi roj piştgiriya kesayet, sazî, rêxistin û partiyan ji bo vê pêngava yekitiya neteweyî zêde dibe. Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk jî ji bo piştevaniyê duh li ber avahiya Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê (TOD-DER) ya li navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir ku ji bo Kurd serbikevin divê yekîtiya xwe ava bikin. Endamên Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Nevzat Ozgen û Mehmet Emîn Turk têkildarî yekîtiya neteweyî ji ajansa me re axivîn.

‘Nekarîn li ser welatê me serwer bin’

Mehmet Emîn Turk anî ziman ku ev demeke dirêj e ku di nav dagirkeriyê de dijîn û derbarê mijarê de wiha got: “Lê ev parçebûna polîtîkaya Anglo-Sakson e. Mesela em bêjin di serê sed sala bîstan de, welatê me bû çar perçe, polîtîkaya Anglo-Sakson çi ye? Pêşî ji hev veqetîne, dû re parçe bike û bi rê ve bibe. Niha heke welatê me yek bûbûya, nedikarîn li ser welatê me serweriya xwe çekiribûya, nekarîbûn li ser Rojhilata Navîn jî serweriya xwe çêkin, ji ber vê yekê ewilî welatê me ji hev veqetandin. Kirin çar perçe dû re bi rê ve birin. Bi rêvebirinê bes qîma xwe neanîn.”

‘Tenê bi gotina Kurd û Kurdistanê yekîtî ava nabe’

Mehmet Emîn Turk anî ziman ku niha gelek derdor neteweperestiyê weke fikreke nû, weke têgihiştineke nû raber dikin û wiha domand: “Wisa nîn e, neteweperestî bi xwe fikreke du sed, sê sed sal e li ser rûyê erdê serwer e. Neteweperestî li ser esasê xwe li ser civakekê din e, xwe li ser civakên din serwer dike. Bi vê têgihiştinê serweriya xwe rewa dike. Em bêjin di nav civakê de her gav perçebûn e, di nav civakê de her gav alozî ye, di nav civakê de berhevdaniyê bi xwe re tîne. Ji bo wê, em ne netewperestiyê em neteweya demokratîk diparêzin. Ewlehiya Kurdan wê çaxê misoger dibe. Wisa nebe em bêjin ewlehiya Kurdan jî misoger nabe. Xetereyên bi vî rengî jî hene. Tenê bi gotina ‘Kurd û Kurdistan’ nabe. Bi tenê bi bayê neteweperestiyê tu Kurd û Kurdistanê nikarî li ser piyan bihêlî. Kesên xêrnexwaz dikin ku ev baweriya gelan a ku bi hev re heye ji holê rakin.”

‘Divê gavên nû, gavên li hevkirinê bêne avêtin’

Nevzat Ozgen jî bi bîr xist ku şerê heyî, şerê cîhanê yê sêyemîn e û destnîşan kir ku divê Kurd jî li gorî vê yekê siyasetekê diyar bikin û ji bo demên pêş pêwîste stratejiyekê ava bikin. Nevzat Ozgen anî ziman ku divê gelê Kurd beriya her tiştî di nava xwe de yekîtiyê ava bikin û got: “Li Rojavayê Kurdistanê rewşeke cuda derketiye holê. Kurd ji nû ve dixwazin xwe bi rêxistin bikin. Hem Rojhilat hem Rojava hem bakurê Kurdistanê em dixwazin di nav wan de tekîliyeke germ û bi rêxistinî derkeve holê. Divê di vî warî de Kurd bibin xwedî statuyek, Kurd bibin xwedî nasnameyek û bibin xwedî saziyek. Ku di cîhanê da çawa ku gelên din tên naskirin, nasnameya wan cîhanê de tê qebûl kirin, em dixwazin Kurd jî wekî gelên din bêne naskirin. Divê kurd di nava xwe de wan tekîliyên xwe bi pêş ve bibin, têkîliyên xwe xurt bikin. Divê gelê Kurd rêbazên xwe di berçavan re derbas bikin. Dibe ku berê kêmasî çêbibin jî divê mirov li pêşeroja xwe binêre. Divê gavên nû, gavên li hevkirinê bêne avêtin.”

Etîket: gelê Kurd yekÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkMehmet Emîn TurkNevzat OzgunYek e yek e yek e
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Şert û merc yekîtiyê li gelê Kurd ferz dikin

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Şert û merc yekîtiyê li gelê Kurd ferz dikin

27 ADAR 2026
Dengê yekîtiya neteweyî li Silêmaniyê olan dide: Bi sed hezaran kes meşiyan

209 şexsiyetên Başûrê Kurdistanê projeya ‘Yekîtiya Neteweyî’ dan destpêkirin

19 ADAR 2026
‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

16 ADAR 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Kobanê warê şînbûna yekîtiya neteweyî ye

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo entegrasyona demokratîk pêdivî bi qanûnên aştiyê heye

27 SIBAT 2026
Heyeta saziyên Bakurê Kurdistanê serdana PYDê kir

Heyeta saziyên Bakurê Kurdistanê serdana PYDê kir

22 ÇILE 2026
Ji Amedê bang kirin: Divê her kes bi ruhê Kobanê rabe ser pêyan

Ji Amedê bang kirin: Divê her kes bi ruhê Kobanê rabe ser pêyan

19 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Midûriyeta Perwerdehiyê ceza li hînkirina Kurdî birî

    Midûriyeta Perwerdehiyê ceza li hînkirina Kurdî birî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmed Huseynî bi helbestên wî oxir kirin: Wî rêyeke nû li ber helbesta Kurdî vekir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê têkildarî derxistina navê wê ji lîsteya vexwendina kongreyê daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Şert û merc yekîtiyê li gelê Kurd ferz dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Kaniya wêjeya niviskî wêjeya devkî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1065)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne