Di navbera Serokkomarê Îranê Pezejkiyan û Fermandarê Pasdarên Şoreşê yên rejîma Îranê de li ser kontrola Îranê nakokiyên heyî eşkere dibin.
Li gorî agahiyeke Îran Internationalê, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezejkiyan, biryarên Pasdarên Şoreşê yên ji bo zêdekirina aloziyan ya li herêmê û êrişkirina li ser welatên cîran rexne dike.
Li gorî agahiya Ajansa Nûçeyan ya Navneteweyî ya Îranê ku xwe dispêre çavkaniyên Îranî, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezejkiyan û Fermandarê Hêzên Pasdarên Şoreşa Rejîma Îranê (IRGC) Ahmed Wahidî li ser encamên aborî û civakî yên şerê bi Amerîka û Îsraîlê re derketine holê, wek hev nafikirin.
Leşkerên Îranê Biryara Serokomarê Îranê red kir
Li gorî dezgeheke medyayê ya opozîsyona Îranê ya li Londonê, Pezeşkiyan helwesta Hêzên Pasdar ya derbarê zêdekirina aloziyan li herêmê û êrîşkirina li ser welatên cîran rexne kir û hişyarî da ku kiryarên wiha dikarin bandorên neyînî demdirêj li ser aboriya Îranê bikin. Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku Pezejkiyan daxwaz kiriye ku hikûmeta Îranê derbarê şer de biryaran bigire. Lê tê diyarkirn ku Ahmed Wahîdî ev daxwaz red kiriye.
Pasdarên Şoreşê rexne li Pezejkiyan kir ku wî beriya destpêkirina şer, reformên çêker pêk neanîbûn da ku pirsgirêkên cuda yên di nav pergalê de çareser bike.
Pergala aborî û civakî zextê li pergala siyasî û leşkerî dike
Ev rapor di demekê de tê ku aboriya Îranê ya ku jixwe lawaz bû, piştî çend hefteyên şer ber bi hilweşîneke menzin ve diçe. Wisa ku bihayê xwarinê ne tenê roj bi roj, lê saet bi saet bilind dibe; bihayê hin xwarinên bingehîn li gorî asta beriya şer bi kêmanî ji sedî 50 zêde bûye.
Di heman demê de, astengiyên li ser gihîştina înternetê bûne sedem ku gelek xizmet bi temamî rawestin. Digel ku kargeh û dezgehên hilberînê bi kêmasiyên madeyên xav re rû bi rû ne, pergala îdarî ya welêt jî bi giranî têk çûye.
3 meh in mûçeyên karkeran bi rêkûpêk naye dayîn
Li gorî hejmarên ku ji aliyê saziyên dewletê û hin aborînasan ve hatine ragihandin, zêdetirî ji sedî 40 yê nifûsê di bin xeta hejariya birçûbûnê de dijî, û ev rêje li paytextê ji sedî 50 jî zêdetir e.
Ajansa Navneteweyî ya Îranê ragihand ku ji sê mehên borî ve mûçe û mafên civakî yên beşeke mezin ya karkeran bi awayekî bi rêkûpêk nehatine dayîn.












