Raporên îstîxbaratê yên DYAyê eşkere kirin ku Îsraîlê li dijî rayedarên payebilind ên Amerîkî xebatên sîxuriyê meşandine. Ev çalakiya ku ji bo şopandina hevdîtinên DYA û Îranê hatiye kirin, ji aliyê rayedarên Amerîkî ve wekî ‘binpêkinrina sînorên dîplomasiyê’ hate nirxandin.
Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hevalbenda wê Îsraîlê de qeyraneke nû ya îstîxbaratî derket holê. Li gorî raporên îstîxbaratê yên ku di çapemeniya Amerîkayê de cih girtine, Îsraîlê ji bo bidestxistina agahiyên dîplomatîk, li dijî rayedarên payebilind ên DYAyê xebatên sîxuriyê meşandine.
Nûnerê Trump hatiye şopandin
Di raporan de hate eşkerekirin ku Îsraîlê di serî de li dijî Nûnerê Taybet ê Serokê DYAyê Donald Trump, Witkoff, xebatên sîxuriyê meşandine. Armancên îstîxbarata Îsraîlê tenê bi tîma Trump re sînordar nemane, di heman demê de rayedarê payebilind ê siyasî yê Wezareta Parastinê ya DYAyê Elbridge A. Colby û alîkarê wî Michael P. DiMino jî ketine ber şopandina sîxurên Îsraîlê.
Ji bo hevdîtinên bi Îranê re ‘sînor binpê kirin’
Sedema sereke ya vê xebata sîxuriyê ya Îsraîlê, bidestxistina agahiyên veşartî yên têkildarî hevdîtin û mûzakereyên di navbera DYA û Îranê de ye. Hate destnîşankirin ku Îsraîlê di demên dawî de ji bo ku van hevdîtinan ji nêz ve bişopîne, xebatên xwe yên sîxuriyê yên li hundirê DYAyê gelekî berfireh kirine.
Rayedarên Amerîkî nerazîbûneke tund nîşanî van kiryarên Îsraîlê dan û ev rewş wekî “binpêkirina sînoran” pênase kirin. Qeyrana ku derketiye holê, nîşan dide ku di navbera her du hevalbendan de têkildarî siyaseta Rojhilata Navîn nakokiyên kûr hene.













