Meşa dirêj ya 26 kesên ku li 26 bajarên Ewropayê 26 rojan bi boneya azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bidome li Lannester ê girêdayî bajarê Lorientê ya Fransayê dest pê kir.
26 kesên ku ji nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî yên gelê kurd û dostên kurdan pêk tên, di çarçoeya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de bi minasebeta 26 salên girtî yên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dest bi meşa dirêj ya 26 rojan li 26 bajarên Ewropayê dest pê kir. Meşê bi pêşengiya Komîteya Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” li Lannester ê girêdayî bajarê Lorientê ya Fransayê dest pê kir. TŞK-F, DCK-F, Tevgera Ciwanan ên Kurd û gelek saziyên dostên kurdan ên li Fransayê beşdar bûn. Meşa ku îro bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir, dê di 15ê Sibatê de li Strasbourgê bi meş û mîtîngê bi dawî bibe.
Li ser navê meşvanan Hevserokê CDK-F Şahin Polat, axivî û wiha got: “Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê girtî û li ber xwe dide. Îro bi minasebeta 26 salên dîlgirtî em vê meşa ku ji 26 hevrêyan pêk tê, li dar dixin. Em ê 26 rojan li 26 bajaran bigerin. Bi berxwedana gelê me, berxwedana Rêber Apo û têkoşerên azadiyê ev komplo vala derket. Em li vir careke din dibêjin “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî”
Hevseroka KCDK-Eyê Zubeyde Zumrut jî li vir axivî û wiha got: “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan nêzîk e. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Ji her demê bêtir divê niha em têkoşîna xwe mezin bikin. Gelê kurd bi hêza xe ya rêxistinî, dema xwe ya herî bi hêz a dîrokê dijî. Rêber Apo, Rêberê gelê kurd û rêberê hemû gelê bindest e. Mîmarê şoreşê ye. Em bang li hemû gelan dikin. Em ê di meşê de gelê xwe ziyaret bikin û emê armanca meşê vebêjin. Em ê gelê xwe dawatî meşê bikin.”
Piştî daxuyaniyê meşa dirêj ku heta 15ê Sibatê bidome dest pê kir. Meş dê li Strasbûrgê bi mîtîngê bi dawî bibe.