Hejmara kesen li Bolûyê di şewata li navendeke kaşûnê de jiyana xwe ji dest dan derket 76an.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kir ku di şewata otela text a 12 qatî de 76 kesan jiyana xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan ji Bolû û Geredeyê gelek tîmên arkujiyê hewl didin şewatê vemirînin. Wezîrê Dadê yê Tirk Yilmaz Tûnç anî ziman ku têkildarî şewatê 6 serdozgerên komarê hatin wezîfedarkirin û heyetek ji 5 pisporan hate avakirin.