Serokê DYAyê Donald Trump li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal daxuyand ku Îranê daxwaza agirbestê kiriye.
Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amarîkayê (DYA) Donald Trump li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal daxuyand ku Rejîma Îranê daxwaza agirbestê kiriye û wiha got: “Serokê nû yê Îranê li gorî hevkarên xwe yên din kêmtir radîkal tevdigere, pir bi aqil e û di demeke nêz de ji DYAyê daxwaza agirbestekê kir. Dema Kendava Hurmuzê vekirî, serbest û ewle bû em ê vê yekê binirxînin. Heya wê demê an em ê Îranê bi temamî ji holê rakin an jî bi gotina wan em ê wan bişînin “Serdema Keviran.”













