• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kesan kuşt

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kesan kuşt

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kesan kuşt

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kesan kuşt

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

Esra Polat / AW

2 NÎSAN 2026 - 09:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rêvebera OHDê Gulbahar Ateş binçavkirin û girtinên bi hinceta Newrozê pêk hatin nirxand û diyar kir ku krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye û girtina kesan a bi hinceta cil û bergên neteweyî, binpêkirina mafên mirovan e.

Gelê Kurd îsal pîrozbahiyên Newrozê bi şîara “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li dar xist û bi hêviyek mezin a çareseriyê pîroz kir. Lê belê tevî ku qad bi milyonan kesan dagirtî bûn û peyamên aştiyê hatin dayîn jî piştî pîrozbahiyan operasyonan binçvkirin û girtinê dest pê kir. Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê parêzer Gulbahar Ateş derbarê binçavkirin û girtina ciwanan de ji Ajansa Welat re axivî û bal kişand ser bandora operasyonên binçavkirin û girtinê ya li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

‘Newroz nîşaneya yekîtiya gelê Kurd e’

Gulbahar Ateş bal kişand ser wateya dîrokî ya Newrozê û got: “Newroz bi sedsalan e wek cejneke neteweyî tê pîroz kirin. Ji Kawayê Hesinkar heta îro, ev roj wek nîşaneya yekîtiya Kurdan tê hesibandin. Gelê Kurd her sal bi ruhê azadiyê xwedî li vê rojê derdikeve. Em salekê zêdetir e di nav pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ne. Rêzdar Abdullah Ocalan diyar kiribû ku beşdariya komarê divê li ser bingeha nasname, azadiya fikir û çandî be. Lê mixabin piştî Newrozê li her derî operasyon û êriş li ser gel hatin kirin. Dewlet li gorî ruhê aştiyê tevnagere û ev helwest nayê qebûlkirin.”

‘Li Amedê 22 kes hatin girtin’

Gulbahar Ateş têkildarî bîlançoya operasyonan agahî dan û axaftina xwe wiha domand: “Li Amedê nêzî 30 kes hatin binçavkirin û 22 kes jî hatin girtin. Hincetên girtinê ne hiqûqî ne. Wek mînak; posterên rêzdar Abdullah Ocalan kirine hincet. Em vê wek cezakirina civakê dibînin. Ocalan ji aliyê gelan ve wek rêber tê qebûlkirin û nabe ku wêneyên wî wek sûc bê pênasekirin.”

‘Cil û berg beşek ji nasname û çanda gelê Kurd e’

Gulbahar Ateş bal kişand ser astengkirina rengên kesk, sor û zer û cilên neteweyî yên di pîrozbahiyên Newrozê de û wiha got: “Welatiyên bi cilên Kurdî xwe kirinî, bi hinceta ‘cilên leşkerî’ nehiştin bikevin qadê. Cil û berg beşek ji nasname û çanda gelê Kurd e. Hêzên ewlekariyê hewl didin van motîfên çandî krîmînalîze bikin. Ev yek binpêkirina ‘mafê civîn û xwepêşandanên aştiyane’ ye. Divê derbarê van polîsan ku muameleya xerab kirine de lêpirsîn bê destpêkirin.”

‘Divê desthilatdarî gavên erênî biavêje’

Gulbahar Ateş di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta azadiya fikr û çandî pêk neyê, siyaseteke demokratîk ne pêkan e û got: “Gava mirov behsa aştî û demokrasiyê dike, berpirsiyariyeke giran dikeve ser milê mirov. Rêzdar Ocalan gavên dîrokî diavêje; niha dora desthilatê ye ku bi rola xwe rabe û gavên erênî biavêje.”

Etîket: binçavkirin û girtinNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîkparêzer Gulbahar Ateş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dewaya Gulîstan Doku de 6 kesî bînî zî ameyê girewtene

Di doza Gulistan Dokuyê de 2 kesên din hatin binçavkirin

25 NÎSAN 2026
Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin

Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin

28 ADAR 2026
‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

26 ADAR 2026
Li Qilebanê pîrozbahiya Newrozê: Heta azadiyê wê têkoşîna me bidome

Li Qilebanê pîrozbahiya Newrozê: Heta azadiyê wê têkoşîna me bidome

25 ADAR 2026
Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

25 ADAR 2026
‘Di Newroza îsal de daxwaza mîsogeriya azadî û yekîtiyê hat kirin’

‘Di Newroza îsal de daxwaza mîsogeriya azadî û yekîtiyê hat kirin’

25 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heke Rojîn, xeniqîbe çima di pişika wê de av nîne?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (390)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne