Parlamenterên DEM Partiyê têkildarî mirina biguman a girtî Rojhat Babat daxwaza lêpirsîna Meclisê kir.
Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, Gulderen Varli, Sînan Çîftyurek, Mahmut Dîndar, Zulkuf Uçar, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Omer Farûk Hulagu, têkildarî mirina girtî Rojhat Babat ê li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehirê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest daye serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê dan.
‘Berpirs dewlet e’
Parlamenteran di serlêdanê de bal kişandin ser mirin, îşkence û bûyerên xwekuştinên li girtîgehan diqewimin. Parlamenteran destnîşan kirin ku li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan pir tên jiyîn û da zanîn ku ev yek li wan deran bûne tiştên jirêzê. Hat diyarkirin lêkolînkirina bûyera mirina Rojhat Babat di berpirsyariya komîsyonê de ye û hat gotin ku divê bûyer were eşkerekirin. Herwiha parlamenteran diyar kir ku berpirsê mirina Rojhat Babat dewlet e.
Daxwaza lêpirsînê
Di serlêdanê de hat xwestin divê bi awayeke demildest lêkolînê pêk bîne û buyerê bi hemû aliyên xwe ve eşkere bike.













