ÎHDa Stenbolê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Îmraliyê diyar kir ku 144 binpêkirin li wir hatine tespîtkirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de li girtîgehên Herêma Marmarayê qewimîne, bi daxuyaniyeke li komeleyê eşkere kir. Rapor, ji hêla Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDê Meral Nergîs Şahîn ve hate xwendin.
144 binpêkirin li Îmraliyê pêk hatine
Di raporê de hate diyarkirin ku têkildarî qedexeya hevdîtinê ya li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li wir tê ragirtin, 144 binpêkirin hatine tespîtkirin. Her wiha hate gotin ku li girtîgehên bi tîpa S û Yyê û yên bi Ewlekariya Bilind jî tecrîd roj bi roj bêhtir tê girankirin. Di raporê de hat gotin ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê nirxadina xwe ya “başhaliyê” li gorî tevlinebûna qursa olê, neçûna qawîşên kesên serbixwe, redkirina hevdîtina bi melayî re, gerandina govendê, berzkirina dirûşman, pîrozkirina Newrozê û hwd. dinirxîne.
Her wiha di raporê de bal kişandin ser “Mafê hêviyê” û “tehliyekirina girtiyên nexweş” ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fethî Yildiz behsa wan dikir û hat xwestin ku di vê mijarê de tavilê gavên şênber bên avêtin.