Bavê nivîskara Azadiya Welat Adar Gulanê, Alî Şaman (86) di encama krîza dil de koça dawî kir.
Alî Şaman, li navçeya Şirnex Hezexê demeke ji ber enfeksiyona pişikê li Nexweşxaneyê dihat dermankirin. Alî Şaman, di jiyana xwe de bi ruhê welatparêziya herêma Botanê, siyaseta ji bo Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihat meşandin ji nêz ve bi dildarî dişopand. Alî Şaman bavê Sozdar (Zinarîn Botan) a ku di 2016an de li Hezexê di dema şerê xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabû ye. Alî Şaman di heman demê de bavê Adar Gulanê ya nivîskara Rojnameya Azadiya Welat e.
Cenazeyê Alî Şaman li Goristana Navçeyê ya Hezexê hat definkirin. Malbatê li Hezexê li Mala Şînê ya Mizgefta Mele Tahir şîn danî. Herwiha dê li bajarê Mannhaimê yê Almanyayê jî roja Şêmiyê şîn were danîn.







