Aktîvîsta TJA û Parlementera berê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Sabahat Tuncel hate binçavkirin. Hate zanîn ku Sabahat Tuncel bi hinceta ku destûr nedaye polîs postera Abdullah Ocalan daxin, hatiye binçavkirin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlementera berê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Sabahat Tuncel ku tev li pîrozbahiya ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê ve li navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê hate pêka anîn bû, hate binçavkirin. Sabahat Tuncel dema piştî pîrozbahiyê ji qadê veqetiya ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.
Sedem destûr nedana daxistina wêneya Abdullah Ocalan e
Hate zanîn ku sedema binçavkirina Sebahat Tuncel ew e ku destûr nedaye polîs postera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li qadê hatî vekirin, bê daxistin. Hate ragihandin ku dê Sabahat Tuncel bibin kontrola tenduristiyê û piştre jî li Midûriyeta Polîsan a Watanê îfadeya bê bê girtin.













