Cîgirê Serokê MHP Semih Yalçın fesixkirina rêxistina MHPê ya Stenbolê û 39 rêxistinên wê yên navçeyan ragihand.
Rêxistina MHPê ya Stenbolê û 39 rêxistinên wê yên navçeyan hatine fesixkirin. Cîgirê Serokê MHPê Semih Yalçın di postek medyaya civakî de got, “Li gorî desthilata ku ji hêla xalên 52 û 54 yên rêziknameya partiya me ve hatî dayîn û li gorî xala 34 ya rêziknameya me, ew hatiye fesixkirin. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.”
Sedema fesixkirin hîn nehatiye eşkerekirin.













