Stenbol – Rêveberiya Girtîgeha Kocaeliyê peyvên Kurdî wek “pirsgirêk” pênase kir û ji bo pirtûka Kurdî teslimî girtî Mahmut Aba bike 5 hezar lîre heqê wergerê xwest.
Di girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê li dijî girtiyên siyasî gelek sepanên sosret pêk ten. Rêveberiyên girtîgehan ji bo mafê girtiyan binpê bikin tevdigerin. Mahmut Aba ê ev 23 sal in girtî ye û di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Ewlehiya Billind a Kocaeliyê tê ragirtin. Rêveberiya Girtîgeha li dijî zimanê Kurdî sekneke sosret nîşan dide. Girtîgeh zimanê Kurdî wekî “zimanê biyanî” pênase kir û ji bo wergera Kurdî jî ji girtî heqdestê wergerê dixwaze.
Pirtûka Kurdî weke ‘zimanê biyanî’ tê pênasekirin
Pirtûka Kurdî ya bi navê “Enwer” a Huseyîn Guçlu nivînsandiye, ji girtî Mahmut Aba re hat şandin. Rêveberiya girtîgehê pirtûka bi zaravayê Kurmancî hatiye nivîsandin wek ji ber ziman wek “bipirsgirêk” û ji bo kurdî jî pênaseya “zimanê biyanî” pênase kir û dest danî li ser pirtûkê.
Rêveberiya Girtîgeha Kocaeliyê heta îro ji bo tu wergerên pirtûkên bi Kurdî ji girtiyan heqê wergerê nexwestibû. Lê belê rêveberî duh biryareke sosret da û ji girtî Mahmut Aba heqê wergerê xwest. Mahmut Aba li dijî vê sepanê serî li Dadgeriya Kocaeliyê da. Dadgeriya Kocaeliyê serlêdana Mahmut Aba qebûl kir lê belê pirtûkê teslîm nekir.
Hem dest danîn ser hem jî 5 hezar lîre xwestin
Di 26ê Sibatê de rêveberiya girtîgehê ji bo pirtûkê teslîmî Mahmût Aba bike 5 hezar lîre heqê wergerê xwest. Mahmut Aba vê yekê qebûl nekir û rêveberiya girtîgehê jî pirtûkê teslimî Mahmut Aba nekir. Li dijî vê yekê girtî Mahmut Aba û parêzerê wî li dijî vê sepanê serî li Dadgeriyê û Rêveberiya Girtîgeha Kocaeliyê da.







