Leşkerên dewleta tirk hilkişiyan ser dîwarê sînorî, heta nîv saetê gule berdan gundê Behîra yê dikeve rojavayê bajarê Amûdê.
Li gorî nûçeya ANHAyê, leşkerên dewleta tirk hilkişiyan ser dîwarê di navbera Rojavayê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê de bi awayekî bênavber heta nîv saetê gule berdan gundê Behîra yê dikeve rojavayê Amûdê.
Hat ragihandin ku tu kes birîndar nebû, lê bûyerê metirsiyek di nava şêniyan de çêkir.













