Stenbol – Nivîskar Şahabettîn Demîr diyar kir ku rexneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser zimanê Kurdî gelek bandor li ser wî kiriye û got: “Piştî rexneyên Serokatî min got ji îro şûnde ez ê bi Kurdî binivisînim. Divê em bi Kurdî binivisînin û bijîn.”
Nivîskar Şahabettîn Demîr pirtûkên bi navê “Dogaya Donus”, “Yuregimizin Aci Çigligi”, “Guluşunde Kaldim”, “Mavi Sevgi”, “Moria Kampi: Karanlik Fisiltilar, Hakîkate Kavuşma Vakti” bi zimanê Tirkî nivîsandine. Nivîskar pirtûkên bi navê, “Dogaya Donus”, “Yuregimizin Aci Çigligi” li ser qetlîama Geliyê Zîlan nivîsandiye.
Piştî rexneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser gelê Kurd ku bi zimanê xwe nanivisînin û neaxivin, nivîskar Şahabettîn Demîr berê xwe da nivîsandina Kurdî. Pirtûka ewil a bi Kurmancî ya nivîskar Şahabettîn Demîr bi navê, “Sterka Bakur” der çû. Di pirtûkê de behsa gerîlaya bi navê Bêrîvan hest û hişmendiya di dilê wê de yên li ser civakê tev li tevgerê bûye û paşê şehîd ketiye tê kirin. Şahabettîn Demîr di pirtûkê de hişmendiya Bêrîvanê aniye ziman.
Nivîskar Şahabettîn Demîr derbarê pirtûka xwe û xwedîderketina li zimanê Kurdî de axivî.
‘Ez weke şoreşger di xizmeta gelê xwe de me’
Şahabettîn Demîr diyar kir ku pirtûka wî ya yekemîn li ser derûniya civakê bû û got: “Dema ku min rojnamegertî dikir dest bi nivîsandinê kir. Sedema nivîsandina min a yekemîn ew bû; civaka ku ez lê dijîm li ser civakê mîsyona me heye. Ev mîsyona min jî nivîsandin bû. Ez weke şoreşger di xizmeta gelê xwe de me. Navê pirtûka min a yekemîn ‘Dogaya Donuş’ bû. Pirsgirêkên modernîteya kapitalîst a li ser xwezayê bû. Pirtûkê min din jî li ser civak, derûniya civak, bîranînê gerîla û malbatên wan bû.”
‘Stêrka Bakur li ser wêjeya derûnî hatiye nivîsandin’
Li ser bişaftinê jî Demîr anî ziman ku di nava civakê de her ku diçê bişaftin zêde dibe û wiha got: “Her ku diçe Kurdî tê windakirin. Weke nivîskarekî Kurd rexne pirr li min hate kirin. Weke rexnedayîn jî min dest bi nivîsandina pirtûka ‘Stêrka Bakur’ kir. Ev dora salekî ye ev li ser vê pirtûkê dixebitim. Ev pirtûk hestê jiyan û şoreşê yên kesên ku di nava şoreşê de şehîd bûne nivîsand. Pirtûka ‘Stêrka Bakur’ li ser wêjeya derûnî hatiye nivîsandin. Di wêjeya derûniyê de pirtûkên Kurdî kêm in.”
‘Divê em bi Kurdî binivîsînin û bijîn’
Şahabettîn Demîr bi bîr xist rexneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser zimanê Kurdî li ser wî gelek bandor kiriye û ev yek anî ziman: “Piştî rexneyên Serokatî min got ji îro şûnde ez ê bi Kurdî binivîsînim. Jixwe ev mîsyonek e. Li ser sazî û civakê ji bo neaxaftina Kurdî rexne tên kirin. Îro statuya Kurdî tune ye. Zimanê Kurdî hê jî li cem pergalê qedexe ye. Em ê jî li ser zimanê xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Statuya Rêberê Gelê Kurd û zimanê Kurd divê di nava pergalê de bê asayîkirin. Em li her derî statuya zimanê Kurdî dixwazin. Divê em bi Kurdî binivîsînin û bijîn, bi xwestinê tu kes tiştekî nade me. Divê em li her derî bi hêz bin. Heke xebat hebê dê statu jî hebe.”












