Wan – Di dîroka Kurdan de ristina mehfûran xwedî cihekî taybet û çandeke mezin e. Ristina mehfûran tevî şert û mercên guhertî yên jiyanê jî hîn wekî sembola çand, ked û afirîneriya jinan di nava civakê de, li bajarên mezin xwe diparêze.
Di nava Kurdan de çanda ristina mehfûran ango xalîçeyan ne tenê hûner û pîşeyek e, di heman demê de parçeyekî piralî û kûr ê dîrok, nasname, aborî û jiyana civakî ye. Ev çanda ku bi hezaran salan e ji dayikan derbasî nifşan dibe, bi taybetî di jiyana koçerî û gundewariyê de xwedî cihekî taybet e. Hunera ristina mehfûran li herêma Serhedê hîn jî bi destê jinan tê parastin. Jin bi reng û nexşên cuda, mehfûrên ku çanda herêmê nîşan didin, dirîsin û bi vî awayî mîrateya kevnar diparêzin. Çêkirina mehfûran tevî şert û mercên guhertî yên jiyanê jî hîn wekî sembola çand, ked û afirîneriya jinan xwedî girîngiyeke taybet e.
Ristina mehfûran karekî komînal e
Di mehfûrên Kurdî de reng pir zindî û tîr in. Bi sedsalan e Kurd ji bo rengê rîs ji çavkaniyên xwezayî yên mîna qalikê gûzan, rûvîk, pelên darsorê, qalikê hinaran û gihayên çiya sûd werdigirin. Ristina mehfûran bi gelemperî karekî komî ango komînal e. Jinên gund li dora tevnê kom dibin, bi hev re lawjeyan dibêjin, çîrokan vedibêjin û vî karî dikin çalakiyeke civakî. Ev çand hevgirtina jinan xurtir dike. Her wiha li gorî erdnîgariyê, şêwaz û motîfên mehfûran diguherin. Mehfûrên Colemêrg û Wanê bi motîfên xwe yên geometrîk û tîr navdar in.
Dayika Zînet Babat û Helîma Bîlen ku li Wanê dijîn lê bi eslê xwe ji herêma Qilêban a Şirnexê ne, di malên xwe de tevî şert û mercên bajêr jî vê çanda kevnar diparêzin û berheman diafirînin.
Rîs çawa tê çêkirin?
Zînet Babat di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çêkirina rîs û got ku ew dema li gundan bûne rîsê ku mehfûr, berik pê tên çêkirin, diristin û da zanîn ku wan hiriya pez dişûşt û dû re jî vediçirî û şe dikirin.
Babat diyar kir ku piştî şekirinê jin di nava destên xwe de rîsê xwe diristin û dû re jî bi teşiyan badidan û ev tişt vegot: “Tevî mehfûr û berikan me cihal, xurç, parzûn hwd. jî çêdikir. Ji bo tevnê wê jî gurç çêdikirin. Ben li daran dixistin, piştgir li pêşiyê, berşil li paşiyê didan. Rîs di nava benan de diavêtin û bi hepikê diqûtan. Min berika xwe ya ewil di 16 saliya xwe de çêkir. Piştre ez hîn bûm û min êdî mehfûr jî çêdikirin. Rîsê mehfûrê li gor berik, parzûn, xurç û hwd. stûr dihat ristin. Dayikên me diristin, me jî bi teşiyan badida.”
Ji bo mehfûran dezgeh danandin
Zînet Babat destnîşan kir ku rengê rîsan jî li gund bi keda jinan dihat çêkirin û bi çend mînakan axaftina xwe wiha domand: “Qurmê giyayê bi navê tirşok derdixistin û bi rîs re dikelandin. Piştî demekê kel e kel ji nav avê derdixistin û diavêtin nav xweliyê û wisa rengê qehweyî bi dest dixistin. Mirovên berê gelek jêhatî û biaqil bûn. Reş û spî di nav hev de diristin û rengê gewr bi dest dixistin. Gore û lepik ji bo rênçberan çêdikirin, hema bêje bi rîsê her tişt çêdikirin. Ji bo tiştên wisa biçûk sîng li erdê didan û tevnê wê wisa çêdikirin lê ji bo mehfûr û berikan dezgeh danandin.”
‘Hêj dayik sax kargehan vekin’
Babat behsa dezgehê mehfûran jî kir û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Dezgehê mehfûran çargoşe bû û bi vîdeyan te dikarî bişidînî yan jî sist bikî. Fêrîta raçandina mehfûran zirav in lê me hinekî stûr çêdikir. Meqesa wê hebû reng bi reng, me nexşên xwe çêdikir dû re bi meqesê yên zêde me dibirîn. Çêkirina mehfûran wisa bû. Niha kes nîne vî karî bike, divê ev çand berdewam bike. Gelek şaredarî di destê me de ne, divê kargehan vekin ku hêj ev dayikên çêkirina mehfûran zanin sax in dikarin fêrî ciwanan bikin. An na ev çand jî dê bi me re bimîne.”
Keça wê ya tev li tevgerê bûyî jî ev çand diparast
Dayik Helîma Bîlen jî behsa pêvajoya çêkirina rîs kir û got ku wan ji bo landika zarokan destbirînk û ji bo hespan hevsar jî çêdikirin û cureyên parzûnên dihatin çêkirin jî vegot.
Helîma Bîlen berikek jî nîşanî me da û da zanîn ku ev berik keça wê ya tev li Tevgera Azadiyê bûyî çêkiriye. Helîma Bîlan a ku hestiyar bû, wiha got: “Ev berhemên ku min nîşanî we de keda destê Gulperiya min in. Hêj neçûbû serê çiya ev çêkirin, ev hemû bîranînên wê ne.”















