* Nivîskar Şahabettîn Demîr diyar kir ku rexneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser zimanê Kurdî gelek bandor li ser wî kiriye û got: “Piştî rexneyên Serokatî min got ji îro şûnde ez ê bi Kurdî binivisînim. Divê em bi Kurdî binivisînin û bijîn.”
* Hevserokê DBPa Êlihê Resûl Çetîn diyar kir ku desthilata AKP û MHPê bi neavêtina gavan di nava cikava Kurd de gumanan dide çêkirin û got ku divê dewlet êdî gavên şênber biavêje û pêvajoyê xurt bike.
* Di dîroka Kurdan de ristina mehfûran xwedî cihekî taybet û çandeke mezin e. Ristina mehfûran tevî şert û mercên guhertî yên jiyanê jî hîn wekî sembola çand, ked û afirîneriya jinan di nava civakê de, li bajarên mezin xwe diparêze.
* Welatiyên Wanê bi hatina Cejna Qurbanê re rewşa aborî nirxandin û diyar kirin ku her tişt pir zehmet bûye û gotin: “Em nikarin tiştekî bikirin, qîmeta pere nemaye. Aborî nemaye. Hikûmetê civak perîşan kiriye.”
* Li Amed, Êlih û Sêrtê bi pêşengiya MEBYA-DERê dê bi minasebeta Cejna Qurbanê serdana goristanên cangoriyên têkoşîna azadiya gelê Kurd bê kirin. (11:00-14:00)








