Li dijî darvekirinên rejîma Îranê 86 rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û torên çalakvanan bangeke hevbeş a ‘çalakiya cîhanî’ kir. Saziyan ji rêjima Îranê xwest ku darvekirinan bi dawî bike, girtiyên siyasî berde û cezayê darvekirinê rake.
Pêkanînên darvekirinê yên rejîma Îranê bênavber didomin. Li hemberî zêdebûna cezayên darvekirinê û binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê, 86 rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û torên çalakvanan bangeke hevbeş a ‘çalakiya cîhanî’ kirin. Saziyan daxwaz kirin ku ji bo rawestandina darvekirinan û berdana girtiyên siyasî li her derê cîhanê dengê protestoyê bê bilindkirin.
Di navbera 11 û 26ê Nîsanê de seferberiya cîhanî
Bangewaziya ku ji bo raya giştî ya navneteweyî û Îraniyên li derveyî welat hatî şandin, diyar dike ku dê di navbera 11 û 26ê Nîsana 2026an de li çar aliyên cîhanê çalakiyên cur bi cur werin lidarxistin. Di çarçoveya vê seferberiyê de xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê, performansên kolanan û hevdîtinên bi nûnerên parlamentoyan re têne plankirin da ku dengê gelê Îranê bigihîje tevahiya cîhanê. Rêxistinên ku îmze avêtine bin daxuyaniyê, teqez dikin ku ev serdem ji bo hevgirtina cîhanî ya bi gelê Îranê re demeke krîtîk e.
Banga rawestandina darvekirinan
Tevgera cîhanî ya ku ji aliyê 86 saziyan ve hatiye destpêkirin, sê daxwazên bingehîn destnîşan dike. Sazî daxwaz dikin ku hemû darvekirin yekser werin sekinandin, cezayê darvekirinê bi temamî bê rakirin û hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de bêşert û merc werin berdan. Di heman demê de mîsogerkirina gihîştina înternetê ya belaş, bêsînor û bêasteng ji bo hemû welatiyên Îranî wekî daxwazeke lezgîn hat destnîşankirin.
‘Dem dema çalakiya lezgîn e’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rejîma Îranê zextên xwe zêde kirine û ji ber vê yekê pêdivî bi çalakiya lezgîn heye. Saziyan bang li parêzvanên mafên mirovan, komele, sendîka û hemû hêzên demokratîk kirin ku bi çalakiyên sivîl û bi beşdariya medyayê bibin dengê gelê Îranê. Hat ragihandin ku ev çalakiya navneteweyî wê bibe bersiveke xurt li dijî siyaseta çewisandinê ya desthilatdariya Îranê.
Beşek sazî dezgehên îmze avêtine wiha ne;
Federasyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan (FIDH), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR), Navenda Mafên Mirovan a Îranê (CHRI), Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê-Cenevre (KMMK-G), Rêxistina Mafên Mirovan a Hana (HANA), Hevpeymaniya Cîhanî ya Beşdariya Welatiyan (CIVICUS), Dadwerî ji bo Îranê (Justice for Iran), Yekbûyî ji bo Îranê (United for Iran). Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komala), Partiya Çep a Îranê (Left Party of Iran), Partiya Gel a Belûçistanê (BPP), Partiya Hevgirtina Demokratîk a Ahwazê (ASDP). Tora Şeşreng (6Rang), Ajansa Nûçegihaniya Kurdistanê (Kurdpa), Kampanyaya Çalakvanên Belûç (BAC), Saziya Mafên Mirovan a Karun (Karun HR), Komeleya Malbatên Qurbaniyên Balafira PS752 (VSPA).













