• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DBPê encamnameya civîna xwe parvekir

Navenda Nûçeyan /AW

23 ÇILE 2025 - 13:44
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Meclîsa Giştî ya DBPê encamnameya civîna xwe aşkere kir. Di encamnameya civînê de diyar kir ku pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, yekitiya netweyî ya kurdan pêk tê.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştî 7emîn Kongreya xwe ya Asayî, di 19ê çileyê de civîna Meclisa Partiyê pêk anî. Meclisa Partiyê ya DBPê piştî civîn pêk anî, encamnameya civîna xwe eşkere kir.

Encamnameya civîna PM’a DBPê wiha ye:

Em wek gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn di bin siya şerekî cîhanî yê nû de, di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Modernîteya Kapîtalîst, bi taybetî ji nîvê sedsala 20emîn vir ve krîzên kûr dijî. Ev rewşa krîzê, di nav hewayeke ku newekheviyên aborî û civakî yên global zêde dibin, krîzên ekolojîk kûr dibin û nirxên demokratîk têk diçin de, her diçe zêdetir berbiçav dibe. Bi taybetî, stratejiyên ku li ser çavkaniyên enerjiyê yên nû pêş dikevin, bi derketina şerekî mezin ê li seranserî cîhanê ve xwe nû dikin. Û Rojhilata Navîn ku wek navenda vî şerî tê dîtin, wek qadeke krîtîk a ji bo nûveşekilgirtina Modernîteya Kapîtalîst derdikeve pêş. Nakokiyên pergala kapîtalîst a navendî li Rojhilata Navîn ne tenê bûne şerê aborî û siyasî, di heman demê de bûne şerê îdeolojîk jî.

Krîzên ku Modernîteya Kapîtalîst dijî, ji bo gelên Rojhilata Navîn hem gef hem jî derfetekê pêşkêş dike. Di demeke wisa de, gelê kurd jî bi gelên din ên herêmê re, xwedî potansiyela bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye li ser bingeheke hevpar e. Lê belê, bikaranîna vê derfetê, ne tenê têkoşîna gelê Kurd, di heman demê de têkoşîna hevpar a hemû gelên herêmê ji bo mafên wekhev pêwîst dike.

Yekitiya netweyî ya kurdan

Gelê kurd ji bo bikaranîna vê derfeta dîrokî xwedî hêz e, di vê pêvajoyê de hem dikare azadiya xwe û hem jî ya gelên Rojhilata Navîn ava bike. Li ser vî bingehî têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya gelê kurd pêş dikeve, dê deriyê demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke. Bêguman yek ji gavên herî girîng ên ji bo gihîştina vê encamê jî pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya kurd e. Îro guherîna hevsengiyên li Rojhilata Navîn û konjonktura global a ku bi şerê cîhanî yê nû ve tê şekil kirin, êdî yekbûna kurdan li ser bingeha yekitiya neteweyî pêwîst dike.

Çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêka kurd

Sernaveke din a ku konjonktura global ferz dike jî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka kurd a ku bi Rejîma Komarê ya ku sedsala xwe ya duyemîn dijî bi awayekî sîstematîk bê çareserî hatiye hiştin, di qonaxa ku hatiye de wek pirsgirêkeke global di nav sedemên bingehîn ên krîzên li Rojhilata Navîn de cih digire. Ji 1’ê Cotmeha 2024’an ve di navê çareseriya vê pirsgirêkê de pêşveçûnên girîng qewimîn. Lê belê, em dizanin ku nîqaşên ku di bin navê çareseriyê de li ser pirsgirêka Kurd a ku mijareke li ser siyasetê têne kirin, gelekî kûrtir in.

Azadiya Abdullah Ocalan

Her çiqas li raya giştî der barê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya bi rûmet de heyecanek çêbibe jî, hedefgirtina destkeftiyên li Rojava, xespkirina îradeya bi siyaseta qeyûman û operasyonên siyasî, darbeyê li hêviya çareserî û aştiyê dixe. Ji ber vê yekê, bidawîbûna konsepta êriş û înkarê, rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û hevdîtinên çarenûsî pêwîst e. Êdî divê bê zanîn ku azadiya Birêz Ocalan mifteya yekane yê aştiya li Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê weke DBPê, em bi biryar in ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê her nîqaş û hewldanên ku bê kirin, divê di bin navê pêvajoyê de bê dayîn û di çarçoveya gavên berbiçav de pêk were. Bêguman di vê rewşê de gava herî girîng a ku dê bê avêtin jî dê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan be. Ji ber ku modela jiyana hevpar (neteweya demokratîk-konfederalîzma demokratîk) a ku birêz Ocalan formule kiriye xwedî girîngiyeke heyatî ye. Ev model, ji bo avakirina aştiya mayînde li Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî taybetmendiya nexşerêyê ye. Modela civaka azadiya jinê, demokratîk, komunal û ekolojîk niha li Rojava tê pêkanîn. Berxwedana ku li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê tê meşandin jî di esasê xwe de xuyakirina biryardariya parastina modela Rojava ya gelan e.

Di vê çarçoveyê de, em wek DBP ku li ser esasa Siyaseta Rêya 3yemîn, bi paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê têkoşîna xwe didomînin, avakirina şert û mercên aştiyê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û di vê çarçoveyê de mezinkirina têkoşîna me ya siyaseta demokratîk wek berpirsiyariyeke dîrokî dibînin.

Serdema nû

Li ser bingeha vê berpirsiyariyê; çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane, pêkanîna azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd, parastina destkeftiyên gelê Kurd bi taybetî yên li Rojava û bidestxistina statûya gelê Kurd, di perspektîfa siyaseta Rêya 3’yemîn de xurtkirina siyaseta demokratîk, xwedîderketina daxwazên gel ên demokrasî û azadiyê bi serketinê encamkirina li ser xalên hevpar, azadkirina girtiyên siyasî yên ku bi awayekî ne hiqûqî di girtîgehan de têne girtin û ya herî girîng jî avakirina civaka azad bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinan dê bibin sernavên rojevê yên bingehîn ên ku di siyaseta serdema nû de ji xeta me ya têkoşînê re şekil bide.

Ji bo pêkhatina van rojevên ku ji bo pêşeroja nirxên demokrasî û azadiyê ji hev girîngtir;

* Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di serdema nû de di biryardariya mezinkirina têkoşînê de be.

* Ji bo têkoşînek serfîraz, partiya me dê ji bo pêkanîna hemû biryaran bi rêxistinbûneke xurttir û berfireh; dibistanên partiyê/bernameya perwerdeyê li her derê bicîbîne.

* Her wiha, em ê bi mekanîzmaya rêxistinbûnê ya ku rêxistinên bajar û navçeyên me bi awayekî çalak tê de cih digirin, çareseriya pirsgirêkan hêsan bikin û têkiliya di navbera gel û partiyê de xurt bikin.

* Li ser vî bingehî, em ê têkoşîna xwe di biryardariya Partiya Herêmên Demokratîk a ji aliyê rol û mîsyona xwe ve wek hêza bingehîn a siyasî û civakî ya Kurdistanê de bidomînin.”

Etîket: DBPencamnameMP
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Ji bilî yekîtiyê tu rêyeke serkeftinê nîne

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Ji bilî yekîtiyê tu rêyeke serkeftinê nîne

2 ADAR 2026
‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê birêz Ocalan demildest azad be’

‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê Birêz Ocalan demildest azad be’

27 SIBAT 2026
Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

21 SIBAT 2026
Ji partî û saziyan banga 21ê Sibatê: Divê Kurdî bi lezgînî bibe zimanê perwerdehiyê

Ji partî û saziyan banga 21ê Sibatê: Divê Kurdî bi lezgînî bibe zimanê perwerdehiyê

21 SIBAT 2026
DBP: Kobanê sey rûmetê însanîyetî payra ya!

DBP: Divê îradeya çareseriyê birêz Ocalan azad bibe

15 SIBAT 2026
Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

14 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê bi Demîrtaş re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Yekîtiya jinan dê yekîtiya neteweyî ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gulten Kişanak: Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • CENTCOM: Li Kuweytê 3 balafirên şer bi xeletî hatin xistin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (93)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne