• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Qedexeya derketina derve ya rojnamegeran nehat rakirin

    Qedexeya derketina derve ya rojnamegeran nehat rakirin

    Di navbera Amed û Yattayê de protokola bajarên xwîşk-bira hat îmzekirin

    Di navbera Amed û Yattayê de protokola bajarên xwîşk-bira hat îmzekirin

    Trump: Dema pêdivî pê heyî NATO ne li cem me bû

    Trump: Dema pêdivî pê heyî NATO ne li cem me bû

    Rojnameger Ermîş: Piştî agirbestê xeta sêyemîn dê bêtir bê nîqaşkirin

    Rojnameger Ermîş: Piştî agirbestê xeta sêyemîn dê bêtir bê nîqaşkirin

    Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

    Berdevkê PJAKê Avdanan: Bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn guhertin erênî nabe

    Trump dixwaze hind endamên NATOyê ceza bike

    Trump dixwaze hind endamên NATOyê ceza bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Berfa zêde jî ava Gola Wanê zêde nekir: Xeterî mezin e

Daristan Pala / AW

9 NÎSAN 2026 - 08:48
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Wan – Paşvekişîna ava Gola Wanê ku weke pirsgirêka herî mezin a herêmê tê dîtin, her tim di rojevê de ye. Tevî barîna berfê jî asta ava golê bilind nebû û ji ber germbûna gerdûnî û zêdebûna hilmê her ku diçe av bêhtir vedikişe.

Gola Wanê di asta cîhanî de wekî gola sodayê ya herî mezin û arşîveke siruştî ya 600 hezar salî tê pênasekirin. Ev gol bi ekosîstema xwe ya taybet û mîkrolîtên xwe yên mîna daristanên binê avê tên dîtin, ji bo zanist û ekolojiya dinyayê xwedî nirxekî bêhempa ye. Ji bo bakurê Kurdistanê û herêma Serhedê jî, Gola Wanê ne tenê golek e, “Behreke”. Ev behra şîn, xemla xwezaya serhedê, çavkaniya aboriya hezaran welatiyan, hêlîna masiyên herêmî yê ye ku rûh dide axê. Behr di bîra çanda Kurdan de wekî dayikeke qedîm tê dîtin. Ji şaristaniya Urartuyan heta îro, bi keleha xwe û giravên mîna Axtamarê, dîrok û çanda herêmê di nav pêlên xwe de diparêze. Gola Wanê ji bo cîhanê mîrateyeke ekolojîk, ji bo Kurdistanê jî dilê nasname û hebûnê ye.

Qeraxên golê guherîn

Li navçeyên Erdîş, Tûşba yên Wanê û Xelata Bedlîsê, cihên ku berê bi avê dagirtî bûn, niha bûne çol û zeviyên hişk. Bi taybetî li qeraxên Erdîşê, av bi sedan metreyan vekişiya ye û benderên kevin niha li di holê de mane. Ev rewş bandoreke neyînî li ser masiyên mircan û qadên wan ên hêkdanînê dike.

Mercanên binê golê êdî tên dîtin

Yek ji nîşaneyên herî berçav ên hişkesaliyê derketina holê ya mîkrobiyalîtan e. Van pêkhateyên ku wekî “mercanên binê avê” tên nasîn, li navçeya Elcewaz a Bedlîsê bi temamî derketine ser rûyê avê. Pisporên ekolojiyê diyar dikin ku ev yek rasterast encama krîza avhewayê ye.

Şopa dîrokê ya ser rûyê avê

Bi vekişîna avê re mîrateyên dîrokî yên bi hezaran salan di binê golê de çêdibin jî derketin holê. Li derdora giravên Gola Wanê û kelehên kevin, şopên mîrateya avahîsaziya serdema Urartûyan, benderên dîrokî ji ber zêdebûna avê mabûn di binê avê de. Vekişîna avê her çiqas bandoreke neyînî li ser avhewayê û hawîrdorê bike jî mîrateyên bi hezaran salan mane di bin avê de, ji ber vekişînê derketin ser rûyê avê. Kesên dixwazin şahidiya mîrateyên dîrokî û bûyera ekolojiyê bikin dikarin li peravên golê yên navçeyan û giravan çavdêriyê bikin.

Etîket: Behra WanêGola WanêhişkesalîMîkrobiyolîtÛrartu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bendava ku sala par ziwa bûbû îsal tije bû

Bendava ku sala par ziwa bûbû îsal tije bû

29 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ne kes dikare bifiroşe, ne kes dikare bikire!

    Ne kes dikare bifiroşe, ne kes dikare bikire!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berfa zêde jî ava Gola Wanê zêde nekir: Xeterî mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyva Sor a Kurd ji bo zarokên cangoriyan şahî pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Binyada Gerdûnê û Bûka Salê: Çarşema Sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tûrnûvaya voleybolê ya jinan di roja 3yemîn de berdewam kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroz Uysal: Nedîm Orûç û rojnamegerên girtî demildest berdin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TJA: Werin em ji bo azadiyê di 19ê Nîsanê de li Gemlîkê bicivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (330)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne