Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê, bi hatina biharê re seferberiya paqijiyê da destpêkirin û perava Gola Wanê paqij kirin.
Şaredariya Rêya Armuşê ya Wanê, bi dirûşma “Bajarekî paqij” li perava Gola Wanê seferberiya paqijiyê da destpêkirin. Tîmên şaredariyê yên paqijiyê bi tevlibûna hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê perava nêzi Parqa Mehmet Ûzûn dest bi paqijiyê kirin û gilêşê derdorê kom kirin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku parastina xwezayê û paqijiya bajêr erka herî sereke ya civakê ye. Gelek nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û welatî jî beşdarî çalakiyê bûn.
‘Em bajarê xwe paqij bikin’
Beriya xebata paqijiyê, Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Uzunay axaftineke kurt kir. Gonul Uzunay bal kişand ser girîngiya ekolojî û paqijiya bajêr û destnîşan kir ku divê gel li bajarê xwe xwedî derkeve û paqij bihêle.


















