Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Yattayê ya Filistînê de protokola bajarên xwîşk-bira hat îmzekirin. Protokol, ji rêveberiya herêmî heta çandê, ji ciwanan heta aboriyê, di qadeke berfireh de proje û parvekirina agahiyan armanc dike.
Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Yattayê, ku dikeve başûrê bajarê El Xelîl (Hebron) ê li herêma Şerîeya Rojava ya Filistînê de, protokola bajarên xwîşk û bira hat îmzekirin. Ji ber ku rayedarên Şaredariya Yattayê di encama şert û mercên şer de nekarîn serdana Amedê bikin, derbarê protokolê de hevdîtineke online hat lidarxistin. Di hevdîtinê de Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Şaredarê Yattayê Jamil Awad, Rayedarê Beşa Plana Stratejîk Iyad Hammad û endamên meclîsa Şaredariya Yattayê amade bûn.
Şaredarê Yattayê Jamil Awad anî ziman ku ji ber pirsgirêkên Kurd û Filistîniyan dişibin hev, wan pêwendiyek di navbera xwe de ava kiriye û di vê çarçoveyê de dixwazin têkiliyên xwe bi pêş bixin. Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun jî destnîşan kirin ku hatina aştî û aramiyê ya bo erdnîgariya Rojhilata Navîn, hem ji bo Filistîniyan û hem jî ji bo Kurdan hêviya pêşerojeke aştiyane dihewîne. Di hevdîtinê de qadên hevkariyê yên ku dikarin pêk werin jî hatin nirxandin. Piştî hevdîtinê, protokol ji aliyê Hevşaredar Serra Bûcak û Dogan Hatûn û Şaredarê Yattayê Jamil Awad ve hat îmzekirin û ket meriyetê.
‘Protokola bingeha dostanî û hevgirtina dîrokî’
Bi protokola ku hatiye amadekirin, tê armanckirin ku di navbera her du bajaran de, ji rêveberiya herêmî heta çandê, ji ciwanan heta plansaziya bajarvaniyê di gelek qadan de hevkariyeke berfireh bê pêkanîn. Protokola ku li ser bingeha dostanî û hevgirtina dîrokî ya di navbera gelên Tirkiye û Fîlîstînê de hatiye amadekirin, li ser esasê rêzgirtina dualî, biratî û pêşveçûna hevpar, zemîneke hevkariyê ya demdirêj di navbera Amed û Yattayê de ava dike.
Di çarçoveya protokolê de tê pêşdîtin ku di navbera her du şaredariyan de, di qadên xizmetên şaredariyê, aborî, çand, perwerde, ciwan, tenduristiya gel, jîngeh û bajarvaniyê de xebatên hevpar werin birêvebirin.
Ji rêveberiya herêmî heta çandê hevkariya berfireh
Bi protokola bajarên xwîşk û bira ya amadekirî ve, tê plankirin ku di qadên pratîkên rêveberiya herêmî, rêveberiya baş, xizmetên şaredariyê û binesaziyê de parvekirina agahî û tecrubeyan bê kirin. Her wiha, parastina mîrateya çandî, çalakiyên hunerî, pêşangeh, rojên çandî û serdanên dualî yên şandeyên hunerî jî di nav sernavên hevkariyê de cih digirin. Di warê ciwan, spor û perwerdeyê de jî tê armanckirin ku kampên hevpar, bernameyên karsaziyê, xebatên serkirdayetiya ciwanan, tûrnûvayên werzîşê û bernameyên biratiyê yên di navbera zanîngehan de bên çêkirin.
‘Sepanên bajarên biaqil û pêşketina berdewamî’
Di protokolê de sernavên plansaziya bajêr, sepanên bajarên biaqil û pêşketina berdewam jî derdikevin pêş. Di vê çarçoveyê de; amadekirina planên sereke, pêşxistina binesaziya veguhastin û ragihandinê, bikaranîna pergalên biaqil di rêveberiya şaredariyê de, sepanên Pergalên Agahdariya Erdnîgarî (GIS) û di warê plansaziya rewşa awarte û başbûnê de xebatên hevpar werin kirin.
Di warê geşepêdana aborî û civakî de jî tê plankirin ku bazirganiya herêmî bê pêşxistin, destkarî û hunerên destan ên kevneşopî werin piştgirîkirin û serdanên dualî yên şandeyên aborî pêk werin.















