Piştî ku Serokê DYAyê Donald Trump gefa ‘tunekirina şaristaniyê’ li Îranê xwar, 85 endamên Kongreya DYAyê ku hind endamên partiya wî jî di nav de hene, xwestin ku Trump ji wezifeyê bê dûrxistin.
Hevdîtinên agirbestê û gefên tund ên Serokê DYAyê Donald Trump ên li ser Îranê, siyaseta navxweyî ya Amerîkayê hejandin. Trump li ser platforma Truth Socîal gefa ‘tunekirina şaristaniyê’ li Îranê xwaribû û peyvên giran bi kar anîbûn. Ev daxuyaniyên Trump, li Washingtonê nîqaşên kêmasiya zihniyetê û dûrxistina ji wezifeyê da destpêkirin. Li ser vê daxuyaniya Trump a çend roj berê kiribû, 85 endamên Kongreya DYAyê ku hind endamên partiya wî jî di nav de hene, xwestin ku Trump ji wezifeyê bê dûrxistin.
Nûnerên Demokrat: Kontrola xwe winda kiriye
Heta niha 85 endamên Demokrat ên Meclîsa Nûneran xwestin ku ji bo dûrxistina Trump ‘Maddeya 25an” a Destûra Bingehîn a DYAyê bikeve meriyetê. Senator Jack Reed diyar kir ku Trump kontrola xwe winda kiriye, nûnera navdar Alexandria Ocasio-Cortez jî destnîşan kir ku rewşa zihnî ya serok di asta hilweşînê de ye.
Di nav komarparêzan de şikestin
Ligel partiya Demokrat ji partiya Trump jî nerazîbûn heye. Marjorîe Taylor Greene ku wekî navê herî nêzî Trump dihat naskirin, li dijî Trump derket û got: “Tunekirina şaristaniyekê tiştekî şeytanî û dînîtî ye.” Greene jî bang kir ku Maddeya 25an ji bo Trump bê bicihanîn. Ev yek nîşan dide ku di nava partiya Trump de jî nerazîbûneke kûr çêbûye.
Teorîya dînîtiyê çiye?
Li Washingtonê niha du nîqaş hene. Beşeke çavdêran dibêjin ku ev helwesta Trump parçeyek ji ‘Teoriya Dînîtiyê ye’ pênase dikin. Di siyaseta DYAyê de ji vê re ‘teoriya dînîtiyê/madman teorî’ tê gotin. Li gorî vê teoriyê kesek xwe bi dînîtî datîne û bi zanîn hewil dide bi gef û gotinên talûke dijberên xwe bitirsîne û gavan bi dijberê xwe bide avêtin. Lê belê, ji ber ku kabîneya wî bi piranî ji navên dilsoz pêk tê, tê gotin ku bi cihanîna Maddeya 25an di demeke kurt de zehmet e. Dîsa jî, ev krîz nîşan dide ku şerê bi Îranê re li ser polîtîkayên Amerîkayê yên hundir rîskên mezin çê dike.
Li gorî Madeya 25an a DYAyê dema ku serokê DYAyê di aliyê derûnî û hişmendiyê de nîşaneyên nexweşiyê nîşan bide, divê ji kar bê dûrxistin û cîgirê wî derbasî şûna wî bibe.













