Leşkerên tirk gaza îsotê avêt ser komeke ji şêniyên Qamişloyê yên ku li nêzîkî sînorê Nisêbînê derketibûn seyranê.
Şêniyên Qamişloyê di rojên biharê de ji bo seyranê derdikevin derdora bajêr, ji cihên ku şênî berê xwe didinê li seranserî sînorê di navbera Qamişlo û Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê ye.
Îro jî, dema şênî derketibûn seyranê, leşkerên tirk gaza îsotê avêtin şêniyan û dûre dengê guleyan jî hat bihîstin.
Li gorî nûçeya ANHAyê tu kes bi gazê birîndar nebû û tu agahiyên dîtir jî der barê vê yekê de bi dest neketine.













