• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    ‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

    ‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

    Pirtûka helbestan a Yehya Omerî a ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derçû

    Pirtûka helbestan a Yehya Omerî a ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derçû

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 11ê NÎSANA 2026an

    ‘Di girtîgehan de jiyan di xetereyê de ye’

    ‘Di girtîgehan de jiyan di xetereyê de ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    ‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

    ‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

    Pirtûka helbestan a Yehya Omerî a ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derçû

    Pirtûka helbestan a Yehya Omerî a ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derçû

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 11ê NÎSANA 2026an

    ‘Di girtîgehan de jiyan di xetereyê de ye’

    ‘Di girtîgehan de jiyan di xetereyê de ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

Abdullah Esen / AW

11 NÎSAN 2026 - 09:52
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Êlih – Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê derbarê meşa xwe ya ku dê di 19ê Nîsanê de li Gemlîkê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan pêk bînin wiha bang kirin: “Em bang li hemû jinan dikin ku ew jî tev li çalakiyê bibin û daxwaza azadiya Serokatî bikin.”

 

Meclisa Jinan a DEM Partiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan û Rêber Apo ye” di 19ê Nîsanê de ber bi Gemlîkê ve meşekê li dar bixin. Beşek jinan dê ji bajarên bakurê Kurdistanê beşa din jî dê ji bajarên Tirkiyeyê tev li meşê bibin.

Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê ku dê di 18 Nîsanê de ji Êlihê ber Gemlîkê ve bi rê bikevin û beşdarî meşê bibin, bang li jinan kirin û daxwaza xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman.

Gulten Demîr Mûratoglû bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya ku zêdetirî saleke hatiye destpêkirin û anî ziman ku ev pêvajo gelekî birûmet û girîng e. Gulten Demîr Mûratoglû derbarê pêvajoyê de wiha bang li jinan kir: “Ev saleke pêvajo hatiye destpêkirin, lê hê jî gaveke wisa şênber nehatiye avêtin. Tişta herî xweş ew e ku saleke cenazeyên ciwanan bi ser dayîk û bavan de nayên. Ji ber wê divê em girîngiyê bidin vê pêvajoyê. Û dema ku jin azad bibe dê civak jî azad be. Lê dîsa jî di her aliyê de barê mezin dikeve ser milê jinan. Bi vê yekê re di 19 Nîsanê de em ê li Gemlîkê ji bo azadiya Serokatî meşekê li dar bixin. Dê ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê jin bên tev li çalakiyê bibin. Êdî ne weke berê ye, derfetên me xurttir in. Dema ku em bisekinin dê dewlet nesekine, dema ku em rabin dê dîsa jî dewlet nesekine. Divê em bi têkoşîna xwe dewletê tengezar bikin. Da ku ew jî gavên şênber biavêjin. Em dîsa li pey Serokê xwe ne. Em bang li hemû jinan dikin ku ew roj her kes tev li meşê bibe.”

‘Em dixwazin Serokê xwe di nava xwe de bibînin’

Gulsuma Esen jî bang li hemû jinan kir ku tev li meşa ku wê li Gemlîkê bê lidarxistin bibin û wiha axivî: “Êdî gelê Kurd li benda gav avêtin, wekhevî û çareseriyê ye. Ev saleke ji aliyê Serokatî û Tevgera Kurd ve gelek gavên şênber hatin avêtin. Di vê pêvajoyê de gelek gavên girîng hatin avêtin. Her wiha di nava gelê Kurd de hevgirtinek û yekîtiyek jî hate avakirin. Ger ku milet bigihe xweşiyekê dê hê bi hêztir bibin û dakevin qadan. Di çûyîna me ya Amarê de ya ji bo rojbûna Serokatî gelê Kurd xwe nîşanda. Ew qas milet li wir kom bûn û ew ruh pîroz kirin. Ew qas mirov amade bûn ku ji navenda Xelfetî heta gundê Amarayê bimeşin. Hêviya gelê Kurd a bi Serok gelek mezin e. Herkesî dît ku ev rêxistin dikare pêşengiya vî xelkî bike û gel bigihînin azadiya wî. Em ê ji vir heta Gemlîkê dest bi meşê bikin û em bang li her jinên Kurd dikin ku tev li meşê bibin. Da ku em Serokê xwe azad bikin. Em dixwazin serokê xwe di nava xwe de bibînin. Bijî serok Apo.”

‘Em bang li hemû jinan dikin ku ew jî tev li çalakiyê bibin’

Berdevka TJAyê ya Êlihê Nurten Uzumcu jî anî ziman ku daxwaza jinên ku derketine qadan azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd a Abdûllah Ocalan e û got: “Gelek jinan ji bo Serok azad bibe bang kir û daketin kolanan. Û divê mirov vê yekê baş bibîne. Hewceye ku dewlet jî ji bo aştiyeke mayînde pêk bê gavan biavêje. Divê dewlet vî dengê ku di 8ê Adarê, Newrozê û 4ê Nîsanê de hate derxistin, baş bibîne. Îro gelek jin di nava çalakiyan û xebatan de ne. Niha jî em bi dirûşma ‘Dema Jinê ye’ dest bi tevgereke nû dikin û berê xwe didin Gemlîkê. Dê ev meş ji du aliyan ve dest pê bike. Hem ji aliyê Kurdistanê ve hem jî ji aliyê Tirkiyeyê ve dê meş bêne lidarxistin. Her wiha armanca vê meşê jî heye, di vê meşê de dîsa daxwaza vî gelê ya aştiye çi be dê bê ziman. Heta ku dewlet gavan neavêje em ê li qadan bin û dest ji xebatên xwe bernedin. Ev berpirsyarî hem li ser tevgerê ye hem jî li ser hemû gelê Kurd e. Daxwaza me ew e ku Rêberê Gelê Kurd bi awayekî fizîkî bigihe azadiya xwe û gelê Kurd jî bi wî re bigihe azadiya xwe. Ji ber vê yekê dê jin bi yek dengî azadiyê û aştiyê qîr bikin. Em ê di 18ê mehê de ji Êlihê derkevin û roja 19an jî li Gemlîkê bin. Em bang li hemû jinan dikin ku ew jî tev li çalakiyê bibin û daxwaza azadiya Serokatî bikin.”

Etîket: aktivîstên TJAyêAzadîya FîzîkîBerdevka TJAyê ya Êlihê Nurten UzumcuGulsume EsenGulten DemîrRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: Divê gavên pêwîst demildest bên avetin

Tulay Hatîmogullari: Divê gavên pêwîst demildest bên avetin

11 NÎSAN 2026
Abdulkadîr Guleç: Ji bo pêvajo bimeşe divê qanûn bi lez bên derxistin

Abdulkadîr Guleç: Ji bo pêvajo bimeşe divê qanûn bi lez bên derxistin

11 NÎSAN 2026
Qamişlo ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiya

Qamişlo ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiya

9 NÎSAN 2026
Banga Meşa Gemlîkê: Em ê rêya azadiyê bi hev re bihonin

Banga Meşa Gemlîkê: Em ê rêya azadiyê bi hev re bihonin

9 NÎSAN 2026
Yek ji rûspiyên Sîpkiyan: Em êdî dixwazin Serok Ocalan di nav xwe de bibînin

Yek ji rûspiyên Sîpkiyan: Em êdî dixwazin Serok Ocalan di nav xwe de bibînin

5 NÎSAN 2026
Mehmet Ocalan: Divê niha û şûn ve em ji bo derxistina Serok bixebitin

Mehmet Ocalan: Divê niha û şûn ve em ji bo derxistina Serok bixebitin

4 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nerazîbûna heqareta li dijî Leyla Zanayê bû hinceta lêpirsînê

    Nerazîbûna heqareta li dijî Leyla Zanayê bû hinceta lêpirsînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şêniyên 5 gundên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedarên Kurd: Pêkanîna yekitiyê ji bo Kurdan bûye ferz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Piştî 5 salan ‘doza tazmînatê’: Dadgehê gefa girtinê li malbatan xwar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji kampanyaya navneteweyî ji bo Mafê Hêviyê banga çalakbûnê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikan çîrokên nexşên xwe vegotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (399)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne