• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE

    Xizmên windayan li 5 navendan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Rejîma Îranê girtiyan darve dike û cenazeyan nade malbatan

    Rejîma Îranê girtiyan darve dike û cenazeyan nade malbatan

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE

    Xizmên windayan li 5 navendan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Rejîma Îranê girtiyan darve dike û cenazeyan nade malbatan

    Rejîma Îranê girtiyan darve dike û cenazeyan nade malbatan

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdulkadîr Guleç: Ji bo pêvajo bimeşe divê qanûn bi lez bên derxistin

Firat Tûnç - Gulîzar Turkoz / AW

11 NÎSAN 2026 - 11:01
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Amed – Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç destnîşan kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” giran dimeşe û wiha bang li dewletê kir: “Divê bi lez qanûn bên derxistin. Em di wê hêviyê de ne ku di meha Gulanê de ev gav bên avêtin.”

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” li raya giştî ya Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê kir. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û gelek welatên cihanê deng veda. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKKê biryara kongreyê girt û di 12ê Gulana 2025an de xwe fesix kir. Piştî fesixkirina PKKê komeke ji 30 gerilayên jin û mêr pêk dihat di 11ê Tîrmeha 2025an de li şikefta Casenayê ya girêdayê bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê çekên xwe şewitandin. Dîsa ji bo ku pêvajo pêş bikeve li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 26ê Cotmeha 2025an de gerîlayên HPG û YJA STARê bi daxuyaniyekê ragihandin ku hêzên xwe ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi paş ve dikişînin û diyar kirin ku girêdayî Kongreya 12emîn in û divê di warê qanûnî û siyasî de gav bên avêtin. Lê piştî evqas gavên şênber ku Tevgera Azadiyê avêtin hêj jî ji aliyê dewletê ve ji bilî avakirina Komîsyona Meclisê gaveke şênber nehatiye avêtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtînên xwe de gelek caran destnîşan dike ku ji bo pêvajo encam bibe divê gavên qanûnî bên avêtin. Raya giştî jî li benda avêtina van gavan e. Têkildarî vê mijarê Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ji Ajansa Welat (AW) re axîvî.

Dewletê gavên tên xwestin neavitiye

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku dewletê hêj jî gavên ku gelê Kurd daxwaz dike neavitine û got: “Mirov dikare bêje weke berê tecrîdeke mezin li ser Birêz Abdullah Ocalan tune ye. Birêz Abdullah Ocalan dikare peyamên xwe bi heyeta Îmraliyê û parêzerên xwe re bişîne derve. Ev yek jî encama pêvajoyê ye. Her wekî din avakirina komîsyonê û peyamên Birêz Abdullah Ocalan ên di Newrozan de hatin xwendin erênî bûn. Lê ji aliyê derxistina qanûnên taybet û tiştên hiqûqî ve gav nehatine avêtin, giranbûyînek heye. Lê ez di wê baweriyê de me ku heya meha Gulanê gav bên avêtin. Lê wexta ew gav bên avêtin wê demê em ê binêrin ku ka daxwaza gelê Kurd û siyaseta Kurd werê bi cih, an na. Ji ber vê yekê jî pêvajo dereng dimeşe ev jî rastiyeke.”

‘Hewcehî bi derxistina qanûnan heye’

Abdulkadîr Guleç da zanîn ku di rapora hevpar ya ku gihişt parlementoyê de gelek kêmasî hene û wiha domand: “Divê gava ewil ji bo kesên ku di bin sîwana PKKê de cih digirin qanûnên taybet bên derxistin ku ew kes tev li siyasetê bibin û bi rê û rêbaza aştiyê siyasetê bimeşînin. Hewcehî bi gavavêtinê heye. Ya din jî divê têkildarî mafên ku heya roja îroyîn hatine binpêkirin, mînak weke cînayetên kiryarên wan nediyar, kesên winda, şewitandina gundan û hwd edaleteke rast derkeve holê. Divê rastiya van bûyeran bên qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî ji bo li ser vê erdnîgariyê gel û baweriyên cuda bi hev re bijîn hewce bi guhertin û derxistina qanûnan heye.”

‘Derketina qanûnan ji bo dewletê jî hewce ye’

Di berdewama axaftina xwe de Abdulkadîr Guleç destnîşan kir ku divê makezagon bê guhertin û zagonên entegrasyonê, civaka demokratîk derbikevin. Abdulkadîr Guleç destnîşan kir ku divê xala makezagonê ya 65an jî bê guhertin û wiha berdewam kir: “Divê hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn mafê xwe bi dest bixin. Di nava wekhevî, xwişk û biratiyê de bijîn. Her gel bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û di herêma xwe de bi rê û rêbazên demokrasiyê bijîn. Hemû gel divê bikaribin ku Meclisên xwe, şaredariyên xwe avabikin û biryarên xwe bigrin. Ji ber vê jî divê qanûnên rêveberiyên herêmî yên berfireh bên derxistin. Bi derxistina van qanûnan ve hem têkiliyên civakê xurtir dibe û hem jî Tirkiyeyê ji aliyê demokrasiyê ve pêş bikeve. Her wiha ji bo Tirkiyeyê dê rêya Yekitiya Ewrûpayê bê vekirin. Derxistina van qanûnan hem ji bo civakê û hem jî ji bo dewletê hewce ye.”

‘Divê Tirkiye qanûnên xwe biguhere’

Abdulkadîr Guleç bal kişand ser guhertin û veguhertina Tirkiyeyê û wiha pê de çû : “Divê Tirkiye xwe biguherîne. Heke xwe neguherîne nikare pîvanên hiqûqê yên sedsal berê ve bimeşe û pêşiya xwe bibîne. Niha Rojhilata Navîn di nav şerekî dijwar de ye. Tirkiye jî ji vê pêvajoyê dikare xwe bi demokrasiyê ve xurtir bike û vî şerî xelas bike. Ez di wê baweriyê de me ku rayedarên Tirkiyeyê û kesên ku vê pêvajoyê dimeşînin jî vê rastiyê dibînin. Ji ber vê jî divê gav bên avêtin.”

‘Divê qanûn bilez bên derxistin’

Di dawiya axaftina xwe de Abdulkakdîr Guleç diyar kir ku ji bo pêvajo bi demokrasiyê çareser bibe berê raporek şandine Meclisê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me weke Baroya Amedê li ser pêvajoyê raporek amade kir û ji hemû partiyên di bin siwana Meclisê re şand. Em ê van raporan dem bi dem bi raya giştî re parve bikin. Li ser pêvajoyê xebatên me hêj didomin. Li gel van xebatan divê bi lez qanûn bên derxistin.”

Etîket: Abdulkadîr GuleçBanga Aştî û Civaka DemokratîkRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanSerokê Baroya Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: Divê gavên pêwîst demildest bên avetin

Tulay Hatîmogullari: Divê gavên pêwîst demildest bên avetin

11 NÎSAN 2026
Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

11 NÎSAN 2026
Banga Meşa Gemlîkê: Em ê rêya azadiyê bi hev re bihonin

Banga Meşa Gemlîkê: Em ê rêya azadiyê bi hev re bihonin

9 NÎSAN 2026
Yek ji rûspiyên Sîpkiyan: Em êdî dixwazin Serok Ocalan di nav xwe de bibînin

Yek ji rûspiyên Sîpkiyan: Em êdî dixwazin Serok Ocalan di nav xwe de bibînin

5 NÎSAN 2026
Mehmet Ocalan: Divê niha û şûn ve em ji bo derxistina Serok bixebitin

Mehmet Ocalan: Divê niha û şûn ve em ji bo derxistina Serok bixebitin

4 NÎSAN 2026
Di mîhrîcanê de wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vêkirin

Di mîhrîcanê de wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vêkirin

3 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nerazîbûna heqareta li dijî Leyla Zanayê bû hinceta lêpirsînê

    Nerazîbûna heqareta li dijî Leyla Zanayê bû hinceta lêpirsînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şêniyên 5 gundên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedarên Kurd: Pêkanîna yekitiyê ji bo Kurdan bûye ferz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Piştî 5 salan ‘doza tazmînatê’: Dadgehê gefa girtinê li malbatan xwar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikan çîrokên nexşên xwe vegotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kaygusuz ê ji dest û lingê xwe astengdar hate tehliyekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (403)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne