Hasan Ogut ku 32 sal in girtî ye û berdana wî 4 caran ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatibû astengkirin, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Karabukê hate tehliyekirin.
Girtiyê siyasî Hasan Ogut ê 32 sal in girtî ye, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Karabukê hate berdan. Ogut ê ku tehliyeya wî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve 4 caran hatibû astengkirin, li pêşiya girtîgehê ji aliyê malbat û xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin. Ogut, piştî pêşwazîkirinê ji bo biçe cem malbata xwe ya li Mêrsînê ketiye rê.
Di sal a1994an de hatibû girtin
Hasan Ogut, di sala 1994an de ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve hate girtin. Ogut, di nava van 32 salan de li girtîgehên Meletî, Amasya, Sîncan, Sîlîfke, Nevşehîr û Karabukê wekî dîl hate ragirtin. Tehliyeya Ogut, tevî ku dema cezayê wî qediyabû jî, ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hincetên kêfî 4 caran hatibû astengkirin.













