Rejîma Îranê di serê meha Nîsanê de 6 girtiyên siyasî darve kirin û heta niha cenazeyan radestî malbatên nekiriye.
Rêxistina Mafê Mirovan HRANAyê diyar kir ku cenazeyê 6 girtiyên siyasî yên Ekber Danişwerkar, Mihemed Teqewî, Babek Elîpûr, Pûya Qubadî, Ebûhesen Muntezer û Wehîd Benî Amîryan, ên ji hêla rejîma Îranê ve hatine darvekirin tevî ku zêdetirî hefteyekê bi ser darvekirina wan re derbas bûye, radestî malbatên wan nekirine.
HRANA destnîşan kir ku malbatên girtiyên siyasî yên hatine darvekirin fikarên xwe anîne ziman û daxwaza wergirtina cenazeyên wan dikin.
Hêjayî gotinê ye ku 6 girtiyên siyasî di payîza sala 2022yan de ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê ve hatibûn girtin û di meha Çileya sala 2023yan de ji hêla Şaxê 26emîn Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya Dadwer Îman Efşarî, bi tohmeta ‘endamtiya komên opozîsyonê û serhildanê’ cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn. Her 6 girtiyên siyasî di serê meha Nîsanê de hatin darvekirin.
Bi destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê re, rejîma Îranê darvekirina girtiyên siyasî û xwepêşanderên dawî wekî tolhildana ji bo bêdengkirina dengê kolanan, zêdetir kiriye.













