Wan – Di 14ê Hezîranê de hat ragihandin ku Amerîka û Îranê peymanek îmze kirine û ji bo rawestandina şer û muzakereyan li hev kirine. Piştî vê peymanê di bîlançoya şer a sê meh û nîvan de zêdetirî hezar û 500 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 3 milyon û 200 hezar kes jî koçber bûne.
Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibata 2026an de li dijî Îranê êrişên hewayî dan destpêkirin û zirareke mezin dan Îranê. Têkçûna dîplomasiya nukleerî, tirsa Amerîka û Îsraîlê ya ji bombeya nukleerî ya Îranê û dîtina qelsiya navxweyî ya Îranê bûn sedemên bingehîn ku her du welat operasyona mezin a esmanî bidin destpêkirin. Ev şer, piştî sê meh û nîvan, bi peymaneke ku di 14ê Hezîranê de ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Trump ve hat ragihandin, gihîşt qonaxeke nû. Ev peyman bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê pêk hat û biryar e ku di 19ê Hezîranê de ev peyman li Swîsreyê bi fermî bê îmzekirin.
Kuştina pêşengên rejîma îdamkar
Di navbera 28ê Sibatê û nîvê Hezîrana 2026an de, bîlançoya şer a leşkerî, mirovî û aborî metirsîdar e. Şer bi derbên giran ên li ser pêşengên rejîma Îranî ya îdamkar û binesaziya wê ya leşkerî dest pê kir, lê zirarên herî mezin gihîştin sivîlan û aboriya herêmê. Di roja yekem a şer de di encama êrişeke esmanî ya li ser baregeha Îranê ya li Tehranê de, Serokê Olî yê Îranê Elî Xamaneyî hat kuştin. Li gel wî, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran (IRGC) Mohammad Pakpour, Wezîrê Parastinê Azîz Nasirzadeh û Sekreterê Civata Parastinê Ali Shamkhani jî di heman êrişê de hatin kuştin.
Bîlançoya kuştin û koçberiyê
Li gorî daxuyaniyên nûnerên Îranê yên di Neteweyên Yekbûyî (NY) de, di encama bombebaranan de zêdetirî hezar û 500 sivîlan jiyana xwe ji dest dane ku di nav de êrişeke hov a li ser dibistaneke keçan li nêzî Minabê jî hebû û nêzî 150 zarok jiyana xwe ji dest dabûn. Di heman êrişan de 12 hezar sivîl jî birîndar bûne. Her wiha li Îranê nêzî 3 mîlyon û 200 hezar mirov ji cih û warên xwe bûn û ketine rêya koçberiyê. Welatiyên Îranê, ji bajarên mezin ên wekî Tehran, Îsfahan, Şîraz û herêmên stratejîk ên leşkerî/enerjiyê, ber bi gund û navçeyên çiyayî yên ku rîska bombebaranê li wan kêmtir bû ve reviyan. Her wiha di encama avêtina moşekan û ketina helîkopteran de herî kêm 13 leşkerên Amerîkayê jî hatine kuştin. Tê angaştkirin ku hêza leşkerî ya Îranê hê jî li ser xwe ye û tê texmînkirin ku tevî derbên giran jî, Îranê hîn ji sedî 70ê embara xwe ya moşekan û rampayên avêtinê parastiye.
Bîlançoya aborî û Tengava Hurmuzê
Bandora herî mezin a vî şerî li ser aboriya cîhanê û herêmê, girtina Tengava Hurmuzê bû. Ev tengav ku ji sedî 20ê neft û gaza cîhanê tê re derbas dibe, ji aliyê Îranê ve hat girtin. Piştî girtina tengavê, bihayê neftê di asta cîhanê de zêde bû. Ji bo rûbirûbûna vê krîzê, Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) neçar ma ku 400 mîlyon bermîl neft ji rezervên xwe yên stratejîk derxe bazarê da ku bihayê sotemeniyê daxîne. Piştî ragihandina peymana Trump a vê dawiyê, bihayê neftê yekser 4 dolar li ser her bermîlekê ket.
Dorpêça deryayî
Amerîkayê wekî bersiv, herêmên behrê û benderên Îranê xistin bin dorpêçeke giran a deryayî. Welatên kendavê yên wekî Behreyn, Kuweyt, Qeter û Iraq yên ku tu rêyeke din a deryayî ji bo firotina neftê nînin, di warê aborî de zirarên pir mezin dîtin. Di encama vê dorpêçê de Îran rûbirûyî krîzeke aborî ya rûxîner û enflasyoneke bêpîvan bûye û di êrişan de jî binesaziya wê ya enerjiyê û parastinê gelek zirar dîtine.
Naveroka peymana nû
Peymana ku di 14ê Hezîranê de hat ragihandin û ev sê roj in li ser tê axaftin, di bingeha xwe de şer radewestîne û herêmê vedigerîne rewşa beriya 28ê Sibatê. Lê di vê peymanê de hin xalên girîng hene. Îran qebûl dike ku di nava 30 rojan de Tengavê Hurmuzê ji mayinan paqij bike û ji bo keştiyên bazirganiyê vebike. Her çend hinek çavkaniyên Îranê dibêjin ew dixwazin piştî 60 rojan bacan bispêrin ser keştiyan jî Trump diyar kir ku derbasbûn keştiyan d3e “bêbac” be.
* Amerîka dê dorpêça li ser benderên Îranê rake û destûrê bide ku Îran nefta xwe bifiroşe.
* Her du alî agirbesteke 60 rojî radigihînin. Di vê heyamê de dê li ser bernameya nukleerî ya Îranê muzakereyên giran bên kirin. Amerîka daxwaz dike ku Îran herî kêm 10-20 salan bernameya xwe rawestîne û uranyuma xwe ya dewlemendkirî bide destpêkirin.
* Îran daxwaza serbestberdana bi mîlyar dolarên xwe yên qefilandî dike, lê daxuyaniyên Qesra Spî nîşan didin ku berdana van pereyan dê gav bi gav û girêdayî pêngavên nukleerî yên Îranê be.
* Îranê ragihand ku agirbest Libnanê (şerê Îsraîl û Hizbullahê) jî li xwe digire, lê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ev yek red kir û diyar kir ku peymana Amerîka-Îranê wan girê nade.
* Ev peyman ji aliyê her du aliyan ve wekî “serkeftin” tê nîşandan; Trump dibêje wî herikîna nefta cîhanê mîsoger kiriye û Îranê ji çekên nuklerî dûr xistiye, Îran jî dibêje wan Amerîka neçar kiriye ku dorpêçê rake û dawî li şer bîne.
Baweriya ji bo peymanê qels e
Her wiha baweriya bi vê peymanê qels e û gelek alî jî dibêjin ev peyman dê têk biçe. Berdevkê Dîplomasiya PJAKê yê Ewropayê Zagros Enderyarî yê ku duh ji bo ajansa me axivî bû, anîbû ziman ku lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê de lihevkirineke demkî ye. Zagroz Enderyarî destnîşan kiribû ku dê şer erdewam bike û hişyarî li partiyên Kurdan kiribû ku divê partiyên Kurd jî ji bo siberojê xwe amade bikin.













