Rojnamegar Îkram Balekanî li dijî sansurkirina wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li sazî û partiyên siyasî yên Kurdistanê û cîhanê kir ku bikevin tevgerê.
Di rojên dawî de hin saziyên medyayê yên li Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê weşanê dikin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sansur kiribûn. Her wiha platformên medya dîjîtal ên girêdayî Metayê wek, Facebook, Instagram, Tîktok jî wêneyên Abdullah Ocalan sansûr dikin.

‘Helwesta AVA Medyayê nayê qebûlkirin’
Rojnameger Îkram Balekanî dîmenek bi navê “Bangek ji bo raya giştî” parve kir û helwesta AVA Medyayê ya ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan sansur kiribû rexne kir. Balekanî diyar kir ku ew helwesta AVA Medyayê nerast e û got: “Şûna ku li dijî sansurê rabin, piştgiriya sansurê diklin, ew helwest jî dibe otosansur, ev helwest nayê qebûlkirin.”
‘Divê sazî û partiyên siyasî li dijî sansurê bikevin tevgerê’
Îkram Balekanî bang li partiyên siyasî yên li her çar aliyên Kurdistanê, saziyên hiqûqê û yên mafên mirovan, sendîkayên navneteweyî kir û wiha got: “Sendîkayên herî mezin yên cîhanê, sendîkayên karkeran yên Îngilistanê ku ji bo azadiya Nelson Mandela jî xebat meşandibûn, niha ji bo azadiya birêz Abdûllah Ocalan dixebitin, divê li dijî vê sansora platformên medyaya dîjîtal dengê xwe bilind bikin û vê bêhiqûqiyê qebûl nekin. Birêz Ocalan daxuyaniya dide, hevdîtinan dike, çapemenî dixwaze van bike nûçe lê ditirsin. Ev yek binpêkirina mafê ragihandinê ye. Pêwist e ev saziyên ku min qala wan kir bi platformên dîjîtal re bikevin têkiliyê û wan hişyar bikin ku statuya birêz Ocalan statuya sermuzakerevaniyê ye.”














