• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rêya Til Temir û Serêkaniyê piştî 6 salan hat vekirin

    Rêya Til Temir û Serêkaniyê piştî 6 salan hat vekirin

    Ji Şaredariya Tuşbayê xebata parastina jîngehê

    Ji Şaredariya Tuşbayê xebata parastina jîngehê

    Turnuvaya Rojîn Kabaişê bi dawî bû

    Turnuvaya Rojîn Kabaişê bi dawî bû

    Rejîma Îranê di salekê de 1639 kes bi darve kir

    Rejîma Îranê di salekê de 1639 kes bi darve kir

    Li Silêmaniyê seferên esmanî yên navneteweyî dest pê kir

    Li Silêmaniyê seferên esmanî yên navneteweyî dest pê kir

    Artêşa Nîjeryayê bazar bombebaran kir, herî kêm 200 kes hatin kuştin

    Artêşa Nîjeryayê bazar bombebaran kir, herî kêm 200 kes hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rêya Til Temir û Serêkaniyê piştî 6 salan hat vekirin

    Rêya Til Temir û Serêkaniyê piştî 6 salan hat vekirin

    Ji Şaredariya Tuşbayê xebata parastina jîngehê

    Ji Şaredariya Tuşbayê xebata parastina jîngehê

    Turnuvaya Rojîn Kabaişê bi dawî bû

    Turnuvaya Rojîn Kabaişê bi dawî bû

    Rejîma Îranê di salekê de 1639 kes bi darve kir

    Rejîma Îranê di salekê de 1639 kes bi darve kir

    Li Silêmaniyê seferên esmanî yên navneteweyî dest pê kir

    Li Silêmaniyê seferên esmanî yên navneteweyî dest pê kir

    Artêşa Nîjeryayê bazar bombebaran kir, herî kêm 200 kes hatin kuştin

    Artêşa Nîjeryayê bazar bombebaran kir, herî kêm 200 kes hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamnameya civîna endamên Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê hat aşkerakirin

Navenda Nûçeyan/ AW

13 NÎSAN 2026 - 12:18
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – DEM Partiyê encamnameya civîna 2 rojan a endamên Meclîsa Partiyê aşkera kir. Di encamnameyê de mijarên şerê li Rojhilata Navîn, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, xebat û têkoşîna DEM Partiyê ya pêşerojê cih girtin.

DEM Partiyê encamnameya civîna 2 rojan a endamên Meclîsa Partiyê aşkera kir. Di encamnameyê de şerê li Rojhilata Navîn, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn û xebatên DEM Partî bide li pêş xwe cih girt û hat gotin ku siberoja Tirkiyeyê ne di şer de lê di aştiyê de ye; ne di zextê de lê di demokrasiyê de ye.

DEM Partî da zanîn ku encamnameya wan li ser heft xalan rawestiyaye û wiha got: “Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê di 11–12ê Nîsanê de li Enqereyê civîna xwe pêk anî. Di civînê de geşedanên siyasî, aborî û civakî yên ku Tirkiye tê re derbas dibe, atmosfera şer a ku li herêmê kûr dibe û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi berfirehî hatin nirxandin.

DEM Partî sernavên di civînê derketine pêş wiha bi rêz kir:

“1. Şerê ku li Rojhilata Navîn Kûr Dibe û Siberoja Gelan

Şerê ku DYA û Îsraîl li Rojhilata Navîn dimeşînin ne êrîşkariyeke asayî ye; nîşaneya hilweşîna siyasî ya pergala kapîtalîst û hegemonîk a cîhanê ye. Ji ber vê yekê, şerê li Rojhilata Navîn ji ber bandorên xwe ne şerekî herêmî, lê şerekî parvekirinê ye ku bandorê li tevahiya cîhanê dike. Di van şerên hegemonyayê de yên ku bi daxwaza parvekirin û kontrolkirina çavkaniyên petrol û enerjiyê tên meşandin, gel berdêla herî mezin dide. Tabloya şerê emperyalîst ê ku bi êrişkariya leşkerî ya li ser Îranê kûr dibe, rasterast bandorê li atmosfera siyasî û aborî ya cîhan û Tirkiyeyê dike ne tenê Rojhilata Navîn.

Şerê ku di navbera hêzên hegemonîk û hêzên statukoparêz de berdewam dike, ne tenê li ser xeta sînor diqewime; wekî buhabûn, enflasyon, xizanî, koçberî, bêewlehî û otorîterbûnê di jiyana hemû civakan de xwe nîşan dide. Li Rojhilata Navîn tu gel azad nabe bi şerê ku hêzên serdest ji derve ve li ser wan ferz dike. Tu welat jî bi rejîma zextê, dîktatorî û mîlîtarîzmê nabe demokratîk.

Wekî DEM Partiyê em careke din diyar dikin ku em di têkoşîna azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê ya hemû gelên herêmê ne. Taybetî jî li cem gelên li Îranê ne. Nasîna daxwazên demokratîk ên Kurd, Belûc, Azerî, Tirkmen, Fars, jin, ciwan, komên bawerî û nasnameyan şertê sereke yê çareseriya herêmî û aştiyê ye. Çareseriya mayînde, di avakirina modelên civakî yên piralî, demokratîk û azadîparêz de ye ku vîna gelan esas digirin.

2. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Pêdiviyeke Dîrokî ye

Meclisa me ya Partiyê; erk û berpirsiyariyên ku dikevin ser milê partiya me nirxandin da ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ku di serê rojevên bingehîn ên welat de ye, bigihije armanca xwe ya sereke. Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiya civakî ye. Di vê qonaxa heyî de ev rêya ku em ketinê ne tenê tercîheke siyasî ye, di heman demê de ji bo demokratîkbûn, aramiya aborî û yekbûna civakî ya welêt pêdiviyeke dîrokî ye.

Meclisa me ya Partiyê, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hem wekî sernavekî muzakereyê yê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nirxandiye, hem jî wekî bingeha avaker a siberoja demokratîk a Tirkiyeyê nirxandiye. Nayê qebûlkirin ku pêvajo bi hinceta polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn bê hêdîkirin, weke parçeyek ji siyaseta rojane bê dîtin û di nav polîtîkayên ewlehiyê de bê asêkirina, ev yek xeternak û cihê fikaran e.

Îro bi zelalî tê dîtin ku:

Her ku di pirsgirêka Kurd de bêçareserî kûr dibe, Tirkiye demokratîk nabe. Heya demokratîkbûn pêk neyê, krîza aborî dibe mayînde. Bêhiqûqî û otorîterbûn, polarîzasyona civakî mezin dike. Heya aştiya navxweyî pêk neyê, li dijî gefên derve aştiya civakî û yekîtiya dîrokî nayê dabînkirin.

Ji ber vê yekê, mijara aştiyê ne tenê ya gelê Kurd e, bûye mijara hevpar a karker, kedkar, jin, ciwan, teqawît û hemû beşên civakî yên bindest. Lewma divê em bi zelalî bibêjin ku aştî ne bi paşxistinê, lê bi wêrekî û li ser bingeha baweriya dualî tê avakirin.

Ji bo aştiyeke rastîn û pêşvebirina pêvajoyê;

Pêdivî bi sererastkirinên qanûnî heye û divê rojek berî rojekê bikevin rojeva Meclisê. Divê derxistina qanûneke berfireh bi beşdariya hemû beşên civakê were armanckirin.

Divê astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk werin rakirin.

Divê dawî li sepanên qeyûman bê anîn û şaredarên ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, vegerin ser peywirên xwe.

Divê girtiyên siyasî werin berdan û li gorî normên hiqûqa demokratîk sererastkirin werin kirin.

Divê “Qanûna Aştiyê” ya ku aştiya civakî garanti dike were derxistin. Civak êdî ne li benda gotinan, li benda mîsogeriyê ye. Civak êdî ne soz, lê hiqûqê dixwaze. Civak êdî ne nediyariyê, lê vîneke şênber dixwaze.

Ji bo sazîbûna aştiyê, em careke din tînin ziman ku divê şert û mercên xebatê yên azad û çalak ji bo Birêz Abdullah Ocalan werin dabînkirin; bingeheke demokratîk û hiqûqî ya ku bikaribe ramanên xwe rasterast bi civakê, saziya siyasetê û derdorên têkildar re parve bike û nîqaş bike, were avakirin.

3. Têkoşîna Demokrasiyê û Têkoşîna Aştiyê Ji Hev Nayê Qutkirin

Li Tirkiyeyê avakirina aştiyê û geşepêdana demokrasiyê du pêvajo ne ku hevdu temam dikin. Bêyî aştiyê demokrasi kêm dimîne, bêyî demokrasiyê aştî nabe mayînde.

Ji ber vê yekê, DEM Partî têkoşîna aştiyê wekî peywireke dîrokî dibîne ku bike sernavekî têkoşîna hevpar a hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, saziyên ked û pîşeyî û mûxalefeta civakî.

Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e; di heman demê de sazkirina serweriya hiqûqê, mîsogerkirina azadiya îfadeyê, parastina mafê rêxistinbûnê, dabînkirina edaleta civakî û avakirina hemwelatiya wekhev e. Ev têkoşîn ji bo siberoja me ya hevpar e.

4. Em ê di Her Qadê de Li Dijî Pergala Mêrperest Têkoşînê Bidomînin

Pergala mêrperest a ku li cîhanê bilind dibe û şerên ku tên meşandin, jinan, têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan û destkeftiyên jinan jî dikin hedef. Zimanê mêrperest ê siyasetê yê cudaker û dijberker û polîtîkayên ku ji zayendperestiyê têr dibin, li erdnîgariya me komkujiyên jinan kûr dikin.

Her roj li welat herî kêm 4 jin tên kuştin. Polîtîkayên bêcezahiştinê wêrekiyê didin kujeran û her roj sererastkirineke qanûnî ya nû li ser bedena jinan tê zêdekirin; ev hemû nîşaneyên vê encamê ne.

Li dijî van hemû êrişan, vîna ku jinan di 8ê Adarê de nîşan da, vîna israra di aştiya birûmet de û vîna jiyana azad û wekhev a li dijî pergala mêrperest e. Mezinkirin û bihêzkirina têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan, vekirina qadan ji bo destkeftiyên nû yên jinan û têkoşîna li dijî serdestiya mêran, ji bo me peywir û berpirsiyarî ye.

5. Kes Nikare Fatûreya Krîza Aborî li Gelan Bibire

Tirkiye di nav krîzeke giran a aborî re derbas dibe. Kedkar di bin sînorê xizaniyê de tên neçarkirin, lê desthilat îmtiyazên nû pêşkêşî derdorên sermayeyê dike. Heqdestê kêm, baca zêde, xebata bêewlehî û polîtîkayên bêsendîkakirinê, bi mîlyonan hemwelatiyan mehkûmî têkoşîna jiyanê ya di bin mercên giran de dike.

Em wek DEM Partî dibêjin:

Krîza aborî ne qeder e, encama tercîhên polîtîk ên xelet e. Bêyî demokratîkbûnê edaleta aborî pêk nayê. Bêyî hiqûqê parvekirina adîlane nabe. Bêyî aştiyê aramî mezin nabe. Ji ber vê yekê, mirov nikare têkoşîna edaleta aborî û têkoşîna demokrasî û aştiyê ji hev serbixwe bifikire.

6. Em ê Li Dijî Zextan Têkoşîna Demokratîk a Hevpar Mezin Bikin

Helwesta desthilatê ya ku hiqûqê nas nake û dozên ku bi hincetên siyasî tên meşandin kêm nabin. Sepanên zextê yên ku armanc dikin mûxalefetê bêdeng bikin, civakê bitirsînin û qada siyasetê teng bikin, her roj zêdetir dibin. Zext û girtinên li ser rojnameger, sendîkavan, şaredar, ciwan, jin, ekolojîst û parêzvanên mafan nayên qebûlkirin.

Em wek DEM Partî bi biryar in ku li dijî her hewildana ku qada siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê teng dike, bi hemû hêzên demokrasiyê yên civakê re têkoşîna hevpar mezin bikin.

Lewre em dizanin ku; demokrasî ne tenê hilbijartin e, di heman demê de mafê rêxistinbûnê, azadiya fikr û ramanan, edalet û beşdariya civakî ye.

7. Ji Bo Nan, Aştî û Edaletê Em Di 1ê Gulanê De li Qadan in

1ê Gulanê, roja berxwedana hevpar a kedkar û bindestan e. Ew roj e ku em ê daxwaza xwe ya nan, aştî, demokrasî û edaletê bi beşdariya herî bi hêz û berfireh bînin ziman. 1ê Gulanê, roja ked, azadî, wekhevî û piştevaniyê ye.

Îsal em ji bo mafê kedê yê li dijî xizaniyê, ji bo demokrasiya li dijî zextê, ji bo aştiya li dijî şer û ji bo hemwelatiya wekhev a li dijî bêedaletiyê derdikevin qadên 1ê Gulanê.

Em di serî de saziyên ked û pîşeyî, bang li hemû gelên xwe, ciwanan, jinan, teqawîtan û raya giştî ya demokratîk dikin ku bi dirûşma “Nan, Aştî, Edalet” li qadên 1ê Gulanê bicivin.

Di encamê de; Tirkiye li ser rêyekê ye. Yan dê di bêçareseriyê de bê israrkirin û krîz kûr bibin, dijberbûn mezin bibe û rizîbûna civakî zêde bibe; yan jî li ser bingeha çareseriya demokratîk, lihevkirina civakî û aştiyê, siberojeke nû ya ku rê li ber aramî û refaha gelan veke, bê avakirin.

DEM Partî di vê qonaxa dîrokî de, dê li cem aştî, demokrasî, ked, azadî û vîna jiyana hevpar a gelan cih bigire.

Siberoja Tirkiyeyê ne di şer de, di aştiyê de ye.

Siberoja Tirkiyeyê ne di înkarê de, di qebûlkirin û wekheviyê de ye.

Siberoja Tirkiyeyê ne di zextê de, di demokrasiyê de ye.”

Etîket: 1ê Gulane7 xalDEM PartîEncamnameya Civîna Meclisa Partiyêeşkere bûKarkerkedxwarîPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkşerŞerê li Rojhilata Navîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê danezana 1ê Gulanê aşkera kir

DEM Partiyê danezana 1ê Gulanê aşkera kir

13 NÎSAN 2026
Civîna PMê ya DEM Partiyê bi dawî bû

Civîna PMê ya DEM Partiyê bi dawî bû

12 NÎSAN 2026
Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

12 NÎSAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Divê gavên pêwîst demildest bên avetin

Tulay Hatîmogullari: Divê gavên pêwîst demildest bên avetin

11 NÎSAN 2026
DEM Partiyê amîrê xwe yê nû yê Meclîse hilbijart

DEM Partiyê amîrê xwe yê nû yê Meclîse hilbijart

9 NÎSAN 2026
DEM Partî: Bi daxwaza nan û aştiyê li qadan bin

DEM Partî: Bi daxwaza nan û aştiyê li qadan bin

9 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundê Qerxabazarê berteka li dijî JESê: Em rê nadin projeyên talanê

    Li gundê Qerxabazarê berteka li dijî JESê: Em rê nadin projeyên talanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarşema Serê Nîsanê: Cejna şahî, reng û jiyana nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên MEBYA-DERê: Divê meşa Gemlîkê bibe wesîleya azadiya Serokatî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Seroka Şaredariya Kobanê Romî: Em dê ji bo Kobaniyê bixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî gefên li ser malbata Rojîn Kabaîşê daxuyanî hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Libnanê bîlançoya giran: 2 hezar 55 mirî, nêzî 7 hezar birîndar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedspor ji bo lîstika krîtîk amade ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (464)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne