Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li şampiyonê boksorê Benyamin Naqdi yê ji Şîrazê ku di meha Çileyê de hate girtin, birî.
Dewleta Îranê 3yê Çileyê boksor Benyamin Naqdi bi hinceta tev li çalakiyan bûye, girt. Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê bi îdîaya “xirabî kiriye” cezayê darvekirinê li Naqdi birî.
Parêzerê Naqdi, Mostafa Nili ragihand ku ew ê îtîrazê biryarê bikin. Nili anî ziman ku biryar wê di nava dema qanûnî de, li Dadgeha Bilind a Îranê were temyîzkirin.













