Cenazeyê Boran Oner ê li perava Gola Wanê ya derdorê navçeya Artemêtanê winda bûbû, hat dîtin.
Duh êvarê ciwanê bi navê Boran Oner li qeraxa Gola Wanê ya Artemêtan bi awayeke guman ket nav Gola Wanê. Li ser agahîdayînê tîmên polîs, cendirme û rizgarkirinê di bin avê de dest bi xebata lêgerînê kirin. Bi berfirehkirina xebatên lêgerînê cenazeyê Oner ê ku di golê de winda bibû, hat dîtin.
Cenaze ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.













